Siyasetmedar û çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn têkildarî serdana Erdogan ya Iraq û Herêma Kurdistanê ji ANF’yê re axivî û got;

Erdogan piştî ku di kiryarên xwe yên terorîstî, di êrîşên li Başûr û Rojava, bi taybetî di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de têk çû, kete nava lêgerînan.

Erdogan dixwaze di aliyê aborî, siyasî û eskerî de rûyê xwe spî bike.

Serdana Erdogan ya Iraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo vê bû, lê tiştek bidestnexist.

Mihemed Nesredîn da zanîn ku gelê Başûr serdana Erdogan û xemilandina Keleha Hewlêrê bi alên Tirkiyê qebûl nekir û got;

Tiştêk gelek girîng ew bû ku başûrê Kurdistanê serdana Erdogan ya ji bo Hewlêrê bi temamî red kir.

Xemilandina Keleha Hewlêrê bi alên Tirkiyê jî weke şermek mezin dît.

Ev şerm jî kirin para PDKê.

Çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn têkildarî helwesta Iraqê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê jî got;

Zehmet e ku Iraq li gel Tirkiyê hemahengiyê bike û di aliyê leşkerî de bibe hevkarê dewleta Tirk.

Ji ber ku Iraq dixwaze Tirkiye axa Iraqê terk bike û binpêkirina serweriya Iraqê bi dawî bike.

Ew nakokiyên mezin ku ji hêla siyasî ve di navbera Iraq û Tirkiyê de hene, nahêlin ku pêvajoyeke leşkerî ya hevbeş di navbera wan de çêbibe.

Halê hazir ew hêza desthilatdairya Iraqê jî tune ye ku bi Tirkiyê re bikeve nava pêvajoyeke leşkerî.

Tu berjewendiya desthilatdairya Iraqê jî di vê de tune ye.