DEM Partî ya Stembolê û HDK têkildarî binçavkirin û êrişên li ser Çapemeniya Azad yên li Enqere, Stenbol û Belçîka, li avaniya DEM Partî ya Stenbolê daxuyaniyek dan.

Hevserokê HDK’ê yê Stenbolê Alî Bal, parlamenterên DEM Partiyê Çîçek Otlu, Ozgul Sakî, rêveberên partiyên bajêr û navçeyan û rêxistinên kedê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê DEM Partiya Stenbolê Mûrat Kalmaz axivî û diyar kir ku di roja rojnamevanên kurd de, binçavkirina rojnamevanên kurd şerma demokrasî ye û got;

Ev êrîş di dema serdana serokê AKP’ê Erdogan ya li Iraq û Hewlêrê hatin kirin.

Operasyonên li dijî Çapemeniya Azad nîşaneya pêvajoya konsepta nûye.

Emê li hemberî van êrîşan têkoşîna xwe dijwar bikin.

Berdevkê HDK’ê Alî Bal jî axivî û got;

Bi taybetî operasyonên li Belçîka hatin Êrîşa li Belçika li dijî hiqûqa Ewropa ye. Divê demildest dev ji van polîtîkayên şer berdin.

Parlamentera DEM Parti Çîçek Otlû diyar kir ku ji ber AKP di hilbijartinên xwecihî de têk çû, li hemberî Çapemeniya Azad êrîş dane dest pê kirin û got:

Me dît ku hikûmet li hemberî vê têkçûnê çiqas bêçare bû. Pêngava wî ya ewil desteserkirina mazbateya hilbijartinê ya li Wanê bû.

Lê gelê me bertekek rêxistinkirî nîşan da. Ev êrîşa li ser çapemeniyê jî, bi desteserkirina îradeya li Wanê ve girêdayî ye.

Xebatkarên çapemeniyê yên ku rastiyê dinivîsin û vedibêjin, tu carî nayên bêdengkirin.

Çapemeniya Azad şopdarên Apê Mûsa ye û tu carî teslîm nabe.