Ajansa ANF’ê jî, ew lîsteya hêza PDK’ê, ku li dijî Gerîla perwerde dike bidestxist û weşand.

Li herêma dibin kontrola PDK’ê de, dîmenek bi telefona destan hatiye qeydkirin û xuya dike ku ev dîmen dewreyeke perwerdeya leşkerî ye.

Ev koma tê perwerdekirin jî, Yekîneya Parêzvanên Sînor yên girêdayî PDK nê û bi armanca ku bişîne Herêmên Parastina Medya têne perwerdekirin.

ANF’ê jî, lîsteya navê endamên vê hêzê bi destxistine û weşandiye.

Di lîsteyê de nav, paşnav, roja serlêdanê, hêza ku bi ser ve girêdayî ya endamên vê hêzê hene.

Hejmara navan jî 360 kes in.

Li gorî agahiyan, ev hêz ji hêza taybet a PDK’ê, Zerevanî, hêzên Gulan yên girêdayî Mesrûr Barzanî ne.