Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên li navçeya Curnê Reş a Rihayê didomin ku wê 2’yê hezîranê dubare hilbijartin bêne lidarxistin.

Partiyî her roj gund bi gund, derî bi derî digerin û dibin mêvanên gel.

Di serdanan de şewitandina sindoqan û betalkirina hilbijartinê tê teşhîrkirin û peyama serkeftina 2’yê hezîranê tê dayîn.

Gelek parlamenterên DEM Partiyî jî di xebatan de cih digirin û ji vê armanc ew e ku hemû hilbijêran bibin ser sindoqan.

Di hilbijartinên 31’ê Adarê de DEM Partiyê bi 521 deng ferq bi ser ketibû.

Komîsyona Hilbijêrên Bitevger ku di hilbijartina 31’ê Adarê de hatibû avakirin, armanc dike ku herî kêm 2 hezar hilbijêran ji derveyî navçeyê bîne ser sindoqan.

Di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji 27 hezar û 686 hilbijêran 22 hezar û 74 çûbûn ser sindoqan.

Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 79.73 bû û DEM Partî ji bo vê rêjeyê zêde bike, çû serdana karkerên demsalî yên li Hatay, Edene, Yozgat û Konyayê û banga hatina ser sindoqan lê kir.

Berdevkê Komîsyonê Mehmet Ogur anî ziman wê xebatên wan heta 30’ê gulanê bidomin û got:

“Divê her kes xwedî li navçeya xwe derkeve. Divê em îradeya xwe ya hatiye binpêkirin dîsa rakir ser piyan.”

Ozgur got:

Li Curnê Reş axeke berhemdar heye lê gelek kes weke karkerên demsalî diçin derveyî bajar. Xaka me ya herî berhemdar di bin Bendava Ataturkê de hatin hiştin. Welatiyên me yên ku bi hezaran donim erdên wan hene niha weke karkerên demsalî diçin Behra Reş. Ev polîtîkayeke bizanebûn e. Dema me şaredarî dîsa bi dest xist em ê kooperatîfan ava bikin. Ji bo pêşxistina çandinî û sewalkariyê projeyên me hene. Em ê qadên îstîhdamê ava bikin da ku gelê me ji xaka xwe bar neke.”