Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê got:

“Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

20’ê Gulanê saet di 12:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku hewl didan bikevin çeperê bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

20’ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 32 caran bi gazên kîmyewî, carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî êrîş hate kirin. Beşek ji gazên kîmyewî yên ku tevî gaza îsotê hatin bikaranîn bi rengê pirtiqalî bû.

20 û 21’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tunelên me 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

20 û 21’ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 14 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

HPG’ê êrîşên din ên artêşa dewleta Tirk a dagirker jî wiha rêz kirin:

20 û 21’ê Gulanê li Herêma Xakurkê qadên Sinînê, Lolan, Girê Şehîd Şerîf, Kelaşînê 8 caran, li herêma Garê qadên Dînartê, Deşta Kafya 2 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Bêşîlî 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Baharê 5 caran; bi giştî 17 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

20’ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Dergelê yên li herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”