Li gorî agahiyên ji malbatê hatin wergertin; Ergun Akdogan ji navçeya Dersimê Xozatê ye.

27 sal e girtiye û herî dawî li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Tekîrdagê dihat ragirtin.

14’ê Gulanê ji nîşkave ji ser hişê xwe ve diçe û ew radikin nexweşxaneya Tekîrdagê.

Pişt re jî vediguhêzin Nexweşxaneya Çam û Sakura ya Başakşehîrê.

Li vêderê tê emeliyatkirin û emeliyata wî 7 saet û nîvan dewam kiriye.

Piştî emeliyatê tê razandin.

Bijîşkan duh piştî nîvro, ji malbatê re ragihandiye ku mirina wî ya mejî pêk hatiye.

Her wiha ji malbatê daxwaza îmzeyê kirine ku organên wî bibexşînin.

Lê ferdên malbatê, destûr xwestine ku cara dawî ceznazeyê lawê xwe bibînin.

Ji bo dîtinê jî malbatê serî li serdozgeriya Tekîrdagê da.