KCK’ê ragihand serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Abdullahiyan û şandeya pê re dema ji Azerbaycanê vedigeriyan helîkopreta wan ket û jiyana xwe ji dest dan.

KCK’ê der heqê bûyerê de vê nirxandinê dike:

Bi qasî ku di raya giştî de xuya dibe, dewleta Îranê vê bûyerê weke qeza binav kiriye.

Lê bûyereke bi guman e. Di demek wiha de ku herêma me ji qonaxeke hesas re derbas dibe, bûyereke ku divê bê fêmkirin e.

Em sersaxî ji malbata kesên jiyana xwe ji dest dane û dewleta Îranê re dixwazin.

KCK’ê diyar kir ku Rojhilata Navîn di qonaxeke hesas re derbas dibe û got:

Hinek hêz dixwazin bi rêya Îranê li Rojhilata Navîn şer kûr û belav bibe û ji bo vê di nava tevgeran de ne. Dewleta Tirk di destpêka van hêzan de tê.

Em kûrbûna şer li Rojhilata Navîn bi ti awayî di berjewendiyên gelan de nabînin, bi vê hesasiyetê re tevdigerin.

Em girîng dibînin ku hêzên li herêmê jî bi vê hesasiyetê nêz bibin û li dijî polîtîkayên hêzên ku dixwazin şer belav bikin û kûr bikin bi baldarî tevbigerin.