Rojnamevan Silêman Ehmed 25’ê Cotmeha 2023’an ve ji aliyê PDK’ê ve hat revandin.

Herî dawî di encama zextên rojnameger, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navnetewî, PDK hişt parêzerên wî hevdîtinê pê re bikin û bi malbata xwe re bi rêya telefonê baxive.

Parêzer Rêvîng Yasîn, Beşdar Hesen, Kameran Sarmemî û Rêbaz Wisû ji bo parastina dosyaya rojnamevan (Silêman Mihemed Ehmed) serdana Dadgeha Lêkolînê ya Duhokê û Rêveberiya Asayîşa Duhokê kirin.

Parêzer Beşdar Hesen derbarê hevdîtina bi Silêman Ehmed re got;

Em gelek keyfxweş bûn ku me rewşa tenduristiya Silêman Ehmed baş dît.

Di hevdîtinê de Silêman Ehmed spasiya hemû kesî kir ku ji bo wî hewl dane, silavên taybet ji bo hemû xebatkarên Ajansa Rojnewsê şand.

Her wiha spasiya hemû rêxistin, sendîka, rojnamevan û welatparêzan kir ku hewl dane wî azad bikin.

Tenê daxwaza wî û yame ew e ku demil dest serbest bê berdan.

Parêzerê Silêman Ehmed, Beşdar Hesen di dawiyê de got;

Emê di demên pêş de doza wî bibin dadgehê û ji xelkê re ragihînin ku çi rojek Silêman Ehmed bê dadgehkirin wê bê berdan.

Di heman demê doza Silêman Ehmed bû dozeke navnetewî.

Di vê çarçoveyê de CPJ, CPT, Netewên Yekbûyî, Rojnamevanên Sînornenas (RSF) û çendîn rêxistin û saziyên din yên navnetewî li dijî girtin û revandina rojnamevan Silêman Ehmed bûn xwedî helwest, ji bo diyarkirina aqûbeta wî û berdana wî zextên cidî kirin.