Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 20’ê Çile 2020, DUŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku, tecrîda li ser muwekîlê wan Abdullah Ocalan, bi tifaqa demokratîk ya gelan dikare bi dawî bibe.
&- Hevserokê Buroya Tevgera Civaka Demokratîk ya bajarê Hesekê Ferhan Dawud got: Tirkiyê bi tecrîdê demokrasiyê asteng dike.
&- Navenda Ragihandina HPG’ê diyar kir ku hêzên Gerîla li Xakûrkê li dijî leşkerên Artêşa Tirk ya dagirker çalakî pêkanîn.
&- Operasyona ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Mawa ya ser bi Êlihê dabû desptêkirin berdewam dike.
&- Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku, çar parçeyên Kurdistanê jî ketine ber pêla şerê sêyemîn yê cîhanê û got: Desketiyên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat bûne hedefa dagirkeran.
&- Piştî wendakirina Gulistan Doku, bûyereke din a wendakirinê jî li navçeya Qoser a Mêrdînê pêk hat.