Dewleta Tirk a dagirker piştî îlankirina qedexeya derve ya li Girê Spî dest bi terora destgîrkirina mirovan kir.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku saloxgêrên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li taxên rojhilat ên Girê Spî 4 kes destgîr kirin.

Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne; Mustafa El Ehmed El Mustafa, Yasîn El Ehmed El Mustafa, Ezîz Yasîn El Mustafa û Îsmaîl Hesen El-Idrîs.

Hate diyarkirin ku li gundê El Hiwêcê yê Girê Spî hinek sivîl hatine destgîrkirin lê têkildarî nav û hejmaran agahî nehate stendin.

Dewleta Tirk a dagirker roja 9’ê Cotmeha 2019’an êrîşên dagirkeriyê dabû destpêkirin û Girê Spî dagir kiribû. Artêşa Tirk a dagirker roja 19’ê Çileyê jî qedexeya derketina derve îlan kiribû.