Di ser 16’ê Cotmehê ku wekî encamek referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê tê nirxandin re, salek derbas bû. Di vê demê li gel jidest dayîna sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê, di aliyê siyasî, aborî û leşkerî de windahiyên mezin çêbûn, destkeftî û derfetên giranbuha hatin windakirin.

Îro yekemîn salvegera 16’ê Cotmehê ku artêşa Iraqê û Heşdî Şehbî di sala 2017’an de mudaxeleyî Kerkuk, Xurmatu, Daquq, Hewice, Şengal, Mexmur kir û kontrola wan ji Pêşmergeyan girt. Di van êrîşan de ji sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê ku ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê di encama bedelên mezin de hatibû rizgarkirin, ji dest çû.

Piştî artêşa Iraqê ev herêm xistin bin kontrola xwe, di serî de raya giştî ya Kurdan, gelek derdoran ev pirs kir: “Hêzên Iraqê çima êrîşî van herêmên ku di encama xwîna hezaran şêhîdan de hatine rizgarkirin kirin?”

Piraniya nirxandinên ku derketine pêş ew bûn ku ev êrîş encama polîtîkaya şaş a rêveberiya Herêma Kurdistanê û referandûma serxwebûnê ye.

Başe; geşedanên ku bûn sedema van nirxandinan û jidestdayîn herêmên rizgarkirî çibûn?

Herêmên bi nakok

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê gelek bajar û bajarok dagir kiribûn û berê xwe dabû herêmên bi nakok (Kerkuk, Xurmatu, Maxmur, Şengal, Hawice) ên dikevin çarçoveya xala 140’an a makezagona Iraqê. Ev herêmên ku ji ber xemsariya hikûmeta Iraqê statuya wan li gorî xala 140’an hîn nehatibû diyarkirin û dibin kontrola artêşa Iraqê de bûn, ketin bin dagirkeriya çeteyan. 

Piştî ku artêşa Iraqê ji van herêman vekişiya, hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKK’ê li dijî DAIŞ’ê berxwedanek mezin nîşan da û ev herêmên bi nakok ji çeteyan rizgar kirin. Li pey rizgarkirinê jî, bi taybetî li Kerkûkê rêveberî û meclîs ku hemû pêkhate dihatin temsîlkirin, hatin avakirin. Li gel ala Iraqê, ala Herêma Kurdistanê jî li avahiyên fermî hat daliqandin. 

Hewldanên dijber ên dewletan

Herêm ji çeteyan hatibû rizgarkirin, lê belê vê carê mudaxeleyên dewletên wekî Tirkiye, Îran û hêzên derve ku bi taybetî hesabên petrolê dikin, zêdetir bibûn. Bi taybetî Tirkiyeyê ku li herêma Başîqa ya di navbera Kerkuk û Musulê de baregeha leşkerî vekiribû, li aliyekê bi riya komên çete zext zêde dikirin, li aliyê din jî bi daxuyaniyên wekî, “Em li Kerkûkê alek cuda naxwazin, ew al dê daliqandî nemîne” gef li rêveberiya Herêma Kurdistanê dikirin.

Referandum

Di demeke ku qazana Rojhilata Navîn bi taybetî li Iraq û Suriyeyê hîn zêdetir dikeliya de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî di sala 2017’an de careke din, mijara serxwebûna Başûrê Kurdistanê û referandumê di anî rojevê. Di vê dema ku hevsengî û tifaq serûbino dibin û li gorî konjonkturê diguherin de, rojevek bi vî rengî ji aliyê hêzên hegemon û herêmî ve li dijî “berjewendiyan” dihat nirxandin. Nexasim ji bilî dewleta Îsraîlê tu hêzekê destek neda daxuyaniya Barzanî û xwestin ku referandum pêk neyê. Her wiha gef li rêveberiya Herêma Kurdistanê dihatin kirin. Herî zêde jî Tirkiye ku bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê re dostaniyek baş çêkiribû, dijberiyek tund nîşan dide. Serokomarê Tirk R. Tayyip Erdogan digot; “ger ku em serikaniya avê li we bigirin, hunê birçî bimînin”. Her wiha bigotinên wekî, “Rune cihê xwe, ma tu êdî çi dixwazî” heqaret li Barzanî dikir. Lê di encamê de referanduma serxwebûnê di 25’ê Îlona 2017’an de pêk hat û dengên erênî biser ketin.

Êrîşên dewletan û windakirina destkeftiyan

Bi diyarkirina encamên referandumê de li gelek navendên Herêma Kurdistanê pîrozbahî hatin lidarxistin, lê di heman demê de nerazîbûnên hêzên derve û herêmî jî di asta tundiyê de pêş diketin. Hikûmeta Navendî ya Iraqê referandum wekî, “derveyî yasayî” dinirxand û gefa mudaxeleyê dikir. Her wiha dadgeha Iraqê referandum red dikir.

Li aliyê din dewletên Tirk û Îranê gefên ambargo û mudaxeleyan dikirin. Bi taybetî Tirkiyê li gel Iraq û Îranê trafîka dîplomasiyê zêde kir. Serokomarê Tirk R. Tayip Erdogan bi gotinên, “Ya rastî di demeke ku têkiliyên me yên bi Rêveberiya Bakûrê Iraqê re di asta herî jor de bûn de, em li bendê nebûn ku dê gavek wiha bê avêtin. Em ê her tiştekî pêwîst bikin” tehdît dikir. Di wan rojan de artêşa Tirk li sînorê Başûr û Bakûrê Kurdistanê li gel artêşa Iraqê tatbîqata leşkerî pêk anî.

Balefirgeh hatin girtin

Di 29’ê îlonê de bi fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî geştên asmanî li ser balafirxaneyên Başurê Kurdistanê hatin rawestandin. Tirkiye, Îran û gelek welatên din jî seferên balafiran rawestandin. Her wiha deriyên sînor hatin girtin.

16’ê Cotmehê û windakirina ji sedî 51’ê xakê

Li ser van tehdît û ambargoyan, Hikumeta Herêma Kurdistanê hewl da ku bi rêveberiya Bexdayê re pêwendiyan çêbike û gotubêjan bide destpêkirin, lê Hikûmeta Iraqê berisên wekî, “Eger referandum neyê betalkirin û biryara dadgehê neyê pêkanîn, em tu guftûgoyan nakin” dida.

Di saetên beyaniya 16’ê Cotmeha 2017’an de artêşa Iraq û hêzên Heşdî Şebî êrîşî Kerkuk, Xurmatu, Daqoq û Hewîce kirin. Li ser van êrîşan hêzên Pêşmergeyanli ser fermana berpirsyaranji herêmê vekişiyan. Komeke biçûk a gerîlayên PKK’ê ku li Kerkûkê bû, li dijî êrîşan berxwedan nîşan da, lê ji ber ku hejmara wan kêm bû û derfetên wan nebûn, ji neçarîxwe paşve kişandin.

Hêzên peşmerge li bakur-rojhilatê Kerkukê heta bajaroka Qerehencîr,li bakurê Kerkukê jî heta bajaroka Teq Teq vekişiyan. Li sînorê bajaroka Xurmatu jî hêzên pêşmerge vegeriyan bajaroka Zinanê.

Koçberî

Ji ber van êrişan bi hezaran welatiyên ku li herêmên bi nakok dijîn, ji neçarî careke din koçber bûn.

Roja 17`ê Cotmehê artêşa Iraq û hezên Heşda Şehbî hêrên Şengal, Xaneqîn, Mexmur û bajaroka Gulale xistin bin kontrola xwe. Niştecihên Mexmurê koçî Wargeha Şehîd Rostem Cudî (Mexmur) kirin. Roja 18’ê Cotmehê artêşa Iraq û hêzên Heşdî Şehbî heta bajaroka Pirdê hatin.

Kêfxweşiya Tirkiyeyê

Piştî van geşedanan rayedarên Tirk di her firsendekê de keyfxweşiya xwe di anîn ziman. Nexasim Erdogan digot; “Em bi hevkariya Îran û hikûmeta Iraqê lîstika li Kerkûkê xirab kir”. Piştre jî bi rêbazên cur bi cûr hewl da ku di bin navê Tirkmenan de komên çete li herêmê bicîh bike. Di encama van hewldanan de komeke ji 500 kesan pêk tê di bin navê “saziya ewlekariyê” de perwerde kirin. Ev kom piştre li navendên Eniya Tirkmenan hatin bicîhkirin. Tirkiye niha jî hewl dide ku li ser hilbijartina Parêzgeha Kerkukê ku tê payîn di meha kanûnê de pêk were, hesaban bike.

Hikûmeta Iraqê kontrola sînorên Başûr bidest xist

Di vê navberê de hikûmeta Bexdayê ji rêveberiya Herêma Kurdistanê dixwest ku kontrola hemû balafirgeh, deriyên sînor û parastiyan sînoran dewrî wan bike. Di encaman tehdîdan de jî, hêzên Iraqê li herêmên sînorê Başûr û Bakûrê Kurdistanê bicîh bûn.

Windahiyên aborî

Li gorî daxuyaniyênHikûmeta Herêma Kurdistanê beriya 16’ê cotmehê rojane 630 hezar varîl petrol dihat firotin û ev jî salane dikir 10 milyar û 659 milyon dolar.

Petrola ku ji sala 2014’an û vir ve beşeke mezin dişandin Tirkiyeyê, lê derketibû holê ku beriya referandûma 25’ê Îlonê Tirkiyeyê dest danîbû ser pereyên petrolê. Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê jî diyar kiribû ku “ji ber kêşeyeke teknîkî” pere hatibûn derengxistin.

Bi 16’ê cotmehê re dahatuya Herêma Kurdistanê ya petrolê nîv nîve daket û pirsgirêka aborî rû da. Lewra meaşên karmendan nehatin dayîn. Dîsa ji ber girtina deriyên sînor û balafirgehan, buhabûn gelekî zêde bû.

Windakirina îradeya siyasî

Windahiyek mezin jî di asta siyasî de çêbû. Piştî 16’ê cotmehê rêveberiya Herêma Kurdistanê neçar ma ku referandumê betal bike. Piştre jî mijara xala 140’an ku beriya referandumê digotin “jixwe bicîh hatiye” careke din anîn rojevê û ji hikûmeta Iraqê dixwestin ku pêdiviyên wê bicîh bîne. Lê rêveberiya Bexda zêde ew guhdar nekirin. Rêveberiya Hewlêrê tevî hemû heqaret, gef û êrîşan jî neçar ma ku bi Tirkiyeyê re careke din têkiliyan deyne û tavizan bide. Tirkiyeyê nêzî 30 kîlometre xaka Başûr dagir kir û baregehên nû avakirin. Her wiha bênavber êrîşên xwe domandin û bi dehan sivîl kuştin. Di encama van tavizan de jî baziganiya li ser sînor zêde bû, balafirgeha Hewlêrê careke din hat vekirin. Li gorî daneyên ku rayedarên Tirkiyeyê eşkere kirin, yek ji 3 welatên hikûmeta AKP’ê ya Tirk di sala dawî de herî zêde hinarde kiriye jî Iraqe. Ango Iraq welatê sêyem e ku Tirkiyeyê herî zêde tişt firotine (600 milyon dolar).

Perçebûn û dijberiya partiyên Başûr zêdetir bû

Li ser van bûyeran Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtî NîştimanîKurdistan (YNK) hevudin bi xiyanetê tawanbar dikirin. PDK’ê YNK bi firotina Kerkûk û Xaneqînê tewanbar dikir, YNK’ê jî PDK bi firotina Mexmûr û Şengalê tewanbar dikir. Lê beriya 16’ê Cotmehê kes û aliyên ku li hemberî referandûmê derdiketin bi “xiyanetkar” pênase dikirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî ku dema erka wî ji zûde qediya bû, neçar ma ku îstîfa bike. Barzanî erkên xwe ji di navbera parlamento, hikûmet û dadgehê de parve kirin.

Piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên 12’yê Gulana 2018’an, di navbera PDK û YNK de nîqaş û sûcdariyên li ser hilbijartina Serokomariyê rû dan. Li gorî lihevkirinên demên borî Serokomar ji Kurdan tê hilbijartin û di nava Kurdan de jî YNK namzet nîşan dide. Lê vê carê PDK’ê bi hinceta ku “ew li hevkirina di dema Mam Celal de li paş maye” xwest ku serokomar ji wan be û wê jî namzetê xwe nîşan da. Li ser van nîqaşan nûnerên partiyên Kurdan ku beriya referandumê bi rêveberiya Bexda re hevdîtin jî nedikirin, vê carê ketin ser riya Bexda û dîplomasî meşandin. Niha jî li ser hilbijartinên Parêzgeha Kerkûkê nîqaş berdewam dikin.

Serhildanên gel

Di encama windahiyên xak, destkeftiyên siyasî û aborî de, di nava gelê Başûrê Kurdistanê de hêrsek gelekî mezin çêbû. Nexasim ev hêrs di meha Kanûnê de li tevahiya bajar, navçe û bajaroka wekî xwepêşandan û raperînan hat nîşandan. Di van xwepêşandana de gel diyar dikir ku êdî baweriya wan bi hikûmet û partiyan nemaye û daxwaza îstîfayê dikir. Nexwasim di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên 12’ê Gulana 2018’an û hilbijartinên Parlamentoya Herêm Kurdistanê yên 30’ê Îlona 2018’an de, rêjaya tevlîbûnê gelekî kêm bû.

Di dawiya salekê de siyasetmedar û çavdêr balê dikişînin ser xeletî û kêmasiyên siyaseta hêzên Herêma Kurdistanê û girîngiya yekîtiyê careke din bibîr dixînin.

Çavkanî Ajansa RojNews