Li Hevseroka berê ya HDP’ê ya navçeya Rezanê 9 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Dozger xwest, Karaman ji ber kincê ku li xwe kiribû bê cezakirin.

Hevseroka berê ya HDP’ê ya navçeya Rezan a Amedê Arzû Karaman, bi îdîaya “endametiya rêxistin” li 9’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê hate darizandin. Parêzerê Karaman Fadil Yildiz tevlî rûniştina 11’emîn bû.

Dozgeriyê ragihand ku Karaman cihê xwe di nava Kongreya Jinên Azad (KJA) de girtiye, êleka li xwe kiribû ya rêxistinê bû, kembera wê ya reş û spî dişibe ya rêxistinê û di encama nirxandina delîlên hatine komkirin de Karaman “endama rêxistinê” ye û xwest bê cezakirin.

Heyeta dadgehê jî bi îdîaya “endametiya rêxistinê” 9 sal cezayê girtîgehê li Arzû Karaman birî û biryar da ku şertê kontrola edlî dewam bike.