WAN – Pirtûka helbestan a ‘Bênder’ a Hevşaredara Berê ya Erdîşê Dîba Keskîn ku li girtîgehê nivîsand hat nasanddin. Hevşaredara Berê ya Erdîşê Dîba Keskîn ku qeyûma tayînê şûna wê hat kirin û hat girtin, li girtîgehê Pirtûka helbestan a bi navê ‘Bênder’ nivîsand. Şaredariya Erdîşê ji bo nasandina ‘Bênderê’ bernameya îmzeyan li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe, Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn, aktîvîstin Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî bernameyê bûn û ‘Bênderê’ dan nasîn. Di bernameya ku li baxçeyekî çay hat lidarxistin de Huda Kaya û Bedîa Ozgokçe ‘Bênderê’ îmze kirin. Parve bike: