Andok: Pêngava 15’ê Tebaxê li Başûr bandor li her tiştî kir, gelek tişt jî guhert. Xwedîderketina gel a li gerîlayên azadiyê, asta vê bandorê radixe pêş çavan.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok destnîşan kir, ji ber ku Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî rejîma dewleta Tirk a qirker mêtinger hate kirin, gelê Başûrê Kurdistanê bi kelecaneke mezin xwedî lê derket û got, “Bêguman bandoreke cuda li hêzên siyasî yên Başûr kir. Ya rast, hêzên siyasî yên li derveyî PDK’ê, ji pêngaveke bi vî rengî ya ku hevsengiya hêzê çêkir, bi kêfxweşî pêşwazî kirin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok bandora Pêngava 15’ê Tebaxê ya li Başûrê Kurdistanê nirxand.

Di şexsê Pêngava 15’ê Tebaxê de gerîla guherîneke çawa li nav civaka Başûr û hêzên siyasî kiriye?

Beriya her tiştî di salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de di şexsê Fermandarê Mezin Hevrê Egîd de bi hezaran şehîdên şoreşê bi hurmet û minet bî bîr tînin, em careke dî sond dixwin em ê armancen şehîdan ku em hebûna xwe deyndarî wan in, bibin serî.

Heman tişt e ku mirov li bandora 15’ê Tebaxê ya li ser Başûr ya PKK’ê ya li ser Başûr binere.  Ji ber ku bêyî 15’ê Tebaxê mirov nikare behsa hebûna PKK’^, geşbûna wê û bandora wê ya li ser Başûr bike. Piştî partîbûn û pratîkbûnê hemû tespîtên teorîk ên tevgera Apoyî, rastiya Kurdistanê ku hatiye qkirin, pergala mêtingeriyê ya berdest kiriye ku PKK pêngaveke wiha bike .Ji ber ti rêyeke dî ya hebûn û azadiyê nehatiye hiştin.

Heke PKK îro li nav Kurdan hêza herî karîger, bûbe aktoreke herêmî, di rewşeke wiha de bû ku tesîrê li ser hemû gelên çewisandî û derdorên civkaî dike, ev bi wê ye ku Pêngava 15’ê Tebaxê daniye, wêraye ku vê pêngavê bavêje, li ser eynî xetê domdar bûye û heta bi roja îro hatiye. Ji ber vê, girîng ek u mirov di hemû destkeftiyên PKK’ê de, di hemû nûbûnê wê de tesîra Pêngava 15’ê Tebaxê bibîne, jê wêdetir mirov bibîne ku encama 15’ê Tebaxê ye. Mirov bi rehetî dikare bibêje, PKK’yeke bêyî 15’ê Tebaxê mirov nikare bifikire. Diyardeya herî mezin ku PKK kirî PKK Pêngava 15’ê Tebaxê ye ku li ser xeta berxwedana fedayî ya 14’ê Tîrmehê bûye. Ji ber ku Kurdên ku hatibûn ber qirkirinê tenê bi şerekî azadiyê dikarî bisekinîna. Heke ev nehata kirin wê ti maneya wê nebûya ku mirov di ber azadiya Kurdan de biketa rê û bibûna partî. 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan ev çend girîng, jiyanî û hewce bû. Dawiyê, ya pêk hatî jî ev bû.

Ji vî alî ve pêngavê pir bandor li ser Başûr kiriye. Em niakrin pêngavê weke bi ser girtina navçeyekê de bibînin û ji ber ku hê jî bi rengekî xurt didome tim ji vê karîger bûye. Ji 1984’an pêngavê û wir ve gerîla, şerê gerîla, tevgera me tesîreke zêde li ser geşê Başûr dike. Lê ev karîgerbûn li gorî pozisyona ku mirov lê heye, karîgeriya ku li ser gel, jin, ciwanan kirî ya li ser hêzên siyasî cuda ye. Li nav hêzên siyasî tesîra xwe ya li ser PKD’ê û li her hêzên din ên siyasî cuda ye.

Hûn dikarin vê berbiçav bikin?

Helbet, kesayata qebîleyê yek ji xasetê karekterîstîk ê Kurdan e. Ev xaset li şûna ku mirov netewî tevbigere, dike ku mirov bi qebîleyî, eşîrî, parçeyî tevbigere.  Ev herî zêde li Başûr heye. Li ser vê ji bilî aliyên dîrokî û civakî bandora hêzên siyasî yên Başûr jî pir zêde ye. Mirov dikare vê jî bibêje, di reşwa niha ku ev nêzîkatiyên teng piranî rabûne, heke îro li nav gelê Başûr hê jî zêde be ev ji ber nêzîkatiya hêzên siyasî ye. Ji vî alî ve dema Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hatî gelê Başûr di nav xwe de belawelae ye. Gelek partî û hêzên bi îdîaya ku gelê Başûr azad bikin, mêtingeriya Iraqê ji Kurdistanê bavêjin û ji bo vê têdikpiyan di nav xwe şerê hev dikrin. Li dijî mêtingeriyê yekîtî nîne.  Her wiha tenê Iraq weke mêtinger tê dîtin, li bara parçeyên din ên Kurdistanê ti berpiryarî nayê dîtin. Ev hêz li şûna ku xwe bispêrin gel û têbikoşin xwe spartine hêzên derve. Dema ku desteka hêzên derve tê birîn, weke piştî Peymana Cezayirê bi hezaran pêşmerge li gel ku çekdar jî bûn têkoşîna azadiyê bidawî kirine. Pêvajoya bi navê Aş betal wiha çêbû. Vê hêviya gle şikand, bêbiryarî û parçebûnî anî.

Ji ber ku Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî rejîma TC’ê ya qirker hatiye kirin bêguman vê kelecaniyeke mezin daye gelê me yê Başûr. Lê ji çalakiyan zêdetir ji gerîlayên ku çalakî kirin karîger bûye. Ji ber ku tişta ku bi gerîla re dîtine bi pêşmergeyan re nedîtine û vê zehf tesîr li ser wan kiryie. Ji ber ku gerîla ji ciwanên çar parçeyên Kurdistanê pêk tê û ji vî alî ve ne gerîlayê parçeyekê lê ya welat û neteweyekê ye, vê bandor li ser gelê Başûr kiriye û di demeke kurt de kiriye ku ciwanên Başûr tevlî nav refên gerîla bibin .Gelê Başûr bi gerîla re yekîtiya welêt û gel dîtiye û bi hezaran ciwan tevlî nav refên gerîla bûne.

Gelê Başûr helwesta fedayî ya gerîlayên azadiyê ku Pêngava 15’ê Tebaxê dîtine pir karîger bûye. Ji bo gelê Başûr bûye rewşeke nûkûnû ku ciwanên Kurd di serdema modernîteya kapîtalîst de ji her cure jiyana takekesî û madî xwe xilas kirine û ji bo gel bûne gerîlayên fedayî. Ji ber ku gerîlaYên azadiyêj i helwesta klasik a serhildêriyê cuda bû, ji pêşmergeyên ku çi kesê çek pê re dibe pêşmerge cudayir, fedaîbûna wan a jiyanî û demî bandoreke pir zêde li ser gel kiriye. Dema ku mirov gelhezî, jidikbûna, diristî, exlaqê pak, berpirsyariya zêde û bîrewerî û bihistyariya gerîla jî lê zêde dike gel hema hema aşiqî gerîla bûye. Gel ji gerîla hez kiriye û ji gerîla bawer kiriye. Bi demê re qaden ku gel xwe lê pir rehet hîs dike, xwe ewle û azad hîs dike bûye cihên ku gerîla lê ne.

Ji ber ku gerîla jin û mêr bûn vê bandorke zêdetir kiriye. Jina ku nekarî derkeve derve, bi mêran re bide û bistîne, têkoşîna wê ya li dijî rejîma qiker a bi wan mêran re ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatine û qet wa nnasnake, bandorke zêde li ser gelê Başûr û jinên Başûrî kiriye. Dîtine ku jin û mêr wêdetirî ajoyan li ser hîmê azadî û wekheviyê di ber dozekê de, bibin hevrê û li dijî rejîma qirker bi hev re şer bikin. Dîtine ku jinên ku li nav malê hatine asêkirin û di şer de dikarin bibin lehengên mezin û bibin gerîlayên jin ên azad. Her ku ev hêza jinê ya di nav şer de ditin, dema ku rola wê diyarkar a di jiyana azad de dîtin, bêhtir hij ji jiyana gerîla, ji gerîlayên jin hez kirine. Vê tesîreke zêde li ser jinên Başûr kiriye, kiriye ku tevlî nav refên gerîla bibin. Jiyana azad û wekhev a gerîalyên jin û mêr bandor li ser jiyana gel jî kiriye û têkiliyên jin û mêran pir guherandiye. Êdî li Başûr ne jin weke berê kole û ne jî mêr weke berê serwer maye.

Piştî komkujiyên mezin ên sedsala 20’an, di şertên herî giran de şere li dijî TC ya qirker ku yek ji hêza herî mezin a NATO’yê ye, kiriye ku gelê Başûr bi xwe bawer bibe. Pêngava 15’ê Tebaxê û berxwedana bêhempa a gerîlayên azadiyê bandor li ser psîkolojiya gel jî kiriye ku bi xwe ne bawer bû û hatibû mêtingerkirin.

Heke em bi ser hev de bînni, mirov dikare bibêje Pêngava 15’ê Tebaxê li Başûr bandor li ser her tiştî kiriye, gelek tişt guherandine. Neasim xwedîderketina li gerîlayên azadiyê jî vê asta xwedîlêderketinê nîşan dide. Halê hazir gelê me gerîla ji bo hebûn û azadiya xwe weke garantî û hewcehiyekê dibîne. Ji vî alî ve helwesta û daxwaza gelê Başûr hin hêzên siyasî ku tenê li berjewendiya xwe difikirin berevajî hev in.

Li vir tam jî dixwazim vê bipirsim. Hêzên PDK’ê dixwazin ji Başûr ku ev 45 sal in lê têdikoşe, plansaziya pêngava gerîla dayine û lê şer dike, derkeve. Ew çima wiha difikirin an jî di rewşeke wiha de ku gel bi erênî ji vê pêngavê karîger dibin ew çima ev çend neyênî karîger dibin?

Belê, hêzên siyasî yên Başûr pir jê karîger bûn. A rast hêzên siyasî yên ji bilî PDK’ê, li dijî PDK’ê yên ku ser wan zextan dike, ji pêngaveke wiha ku li ber PDK’ê wê hevsenga hêzê pêk bianiya kêfxweş bûn û bi ser jî ketin .Jixwe hebûna xwe piranî li ser PKK’ê ya ku Pêngava 15’ê Tebaxê ava kirî, domandin.  Ji vî alî ve gerîla bûye temînata van hêzan jî. Gerila di jiyan û berxwedanê de ast zêde kir, ji ber vê li nav gel ev ketin zorê û ev hêz hebûna gerîla ji bo xwe û ji bo hebûna Başûrê Kurdistanê bi giringiyeke jiyanî dibînin. Ji vî alî ve di nêzîkatiya van hêzan de pragmatîzm heye lê ew jî weke gel gerîla weke temînatê dibînin.

Ji vî alî ve hemû karîgerbûnên ku me rêz kirin tim pozîtîf in, bi giştî ya ku ji rabûna PKK’ê bi taybetî jî ji Pêngava 15’ê Tebaxê bi rengekî neyênî karîger bûyî PDK ye. Bi tena serê xwe ev rewş jî nîşan dide ku PDK çendî dûrî daxwaza û helwesta gelê me, jinan, ciwanan û hêzên siyasî yên Başûr. Ev jî nîşan dide ku ew bi çi asta netewî tevdigere.

Di vî warî de hûn PDK’ê ji gelê Başûr û hêzên din ên siyasî vediqetînin….

Erê mixabin wisa ye. Ji dêvila ku tiştên ji bo azadkirina Kurdistanê kêfxweş bibin û ji ber ku rêxistineke kevn in divê piştgirî bidan. Ya normal ev bû lê qet çênebû. PDK ji bo destpênekirina pêngavê gelekî hewl da, lê piştî ku Pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kir, hevgirtina wê ya bi PKKê re û protokola tevgera bi hev re betal kir. Jixwe sedema ku bi protokolê re xwe nêz kir ev bû ku PKK’ê têxe bin kontrola xwe, li ser navê dewleta Tirk û Gladyoya NATO’yê nehêle ku PKK li dijî dewleta Tirk dest bi şer bike. Dema ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê re li hemberî dewleta Tirk a qirker şerê çekdarî hate destpêkirin, PDK’ê beriya her tiştî xwe ji protokolê vekişand. PDK’ê hê di dema Mele Mistefa Barzanî de li ser bingeha ku hemû gefên li hemberî dewleta Tirk tune bike qewl dabû dewleta Tirk. Têkiliyên PDK’ê yên bi Gladyoya NATO’yê re û Başûr di serî de PDK li her dera Kurdistanê bû wekî rêxistina kontrolê pê re jî li hemberî Pêngava 15’ê Tebaxê helwesta xwe diyar kir. Heta destpêkirina PKK’ê hemû peywirên ku dabûn wê, wê bi serkeftî pêk anî. Hemû rêxistinên li Kurdistanê bi awayekî xist bin bandora xwe, yên xwe nêzî wan nekir jî bertaraf kir. Tişta ku li hemberî Dr. Şivanan kirine tê zanîn. Dr. Şivan dixwest li hemberî dewleta Tirk dest bi têkoşîna azadiyê ya Kurdan bike. 

Lê PDK’e nekariye pêşiya pêngavê bigire, tiştên ku divê li gorî peymana dewleta Tirk bikira jî nekariye bike û peywira ku Gladyoya NATO’yê dabû wê jî nekariye bike. PKK neketiye bin kontrola wan û 15’ê Tebaxê pêk anî. Vî tiştî derbeke xurt li xeyalên desthilatdariya PDK’ê daye û PDK gelekî tengijiye. Ji ber vê jî ji bo tasfiyekirina PKK’ê herî kêm bi qasî dewleta Tirk seferber bûye. Ev her du partî evqasî ji hev cihê ne, ji xeynî Kurdbûnê tu tiştekî wan ê hevpar û wekhev tune. Di warê hebûnê de jî cihê û berevajî ne. Em piçekî zelal bikin;

PKK hemû Kurdistanê bi çavê Kurdan û yekpare dibîne û rizgariyê jî li ser bingeha azadiyê ya tevî neteweyê dinirxîne. PDK Kurdistane bi çavê rejîmên qirker parçeyî dibîne, azadiyê jî wekî serweriya li du bajarên ku pêşkêşî dewleta Tirk kiriye dibîne. 

PKK diyar dike ku bi xwespartina gelê Kurd û dostên wan û li ser bingeha hêza xwe rizgarî dikare pêk were. PDK jî diyar dike ku rizgarî bi hevkariya hêzên derve dikare pêk were. Ji bo wergirtina vê piştgiriyê ne li gotina gelê kurd, rejîmên mêtinger û qirker jî di nav de, li daxwazên ku hêzên derve ji wê dixwaze dinihêre û li gorî wê pozîsyona xwe diyar dike. Rewşa ku PDK xwe li gorî yên din bi cih dike, PDK daniye cihekî ku li dijî helwesta gelê Kurd e. 

PKK diyar dike ku tevî şerê li hemberî mêtingeriyê, divê her cure desthilatdarî were redkirin û gel karibe xwe bi rê ve bibe. PDK jî ji bo ku desthilatdar be, li gorî lîstik û xapandinên çîna serwer tevdigere, ji bo vê jî şirîkatiyê bi rejîma dewleta Tirk a qirker dike. Li gorî wê heke ew nikaribe gel bi rê ve bibe, wê ji her tiştê xwe bibe. PKK rêxistineke şoreşger û demokratîk e, PDK jî li Kurdistanê li pey xanedaniyê ye, ji bo ku vî tiştî pêk bîne jî tasfiyeyên malbatî jî di nav de, her cure xerabiyê dike û dixwaze bibe hêzeke desthilatdariyê ya klasîk. 
PKK bi qasî bidestxistina statuyê dixwaze azadiya civakî jî pêk were, heke wisa nebe wê têkoşîna ji bo statuyê jî têk biçe. PDK jî ji ber karakterê xwe yê desthilatdariyê tu pirsgirêkeke civakî çareser nake, wekî tişta ku modernîteya kapîtalîst jî dike hemû pirsgirêkan kûr dike. Dixwaze xwe bike ‘modernîteya kapîtalîst a Kurdan’ ku dûre dinya dîtiye. PKK bi qasî ku azadiyê bispêre civakîbûna jinan, di navenda wê de jin heye û ew partiya jinan e, PDK partiyeke mêran a hişk û serwer e. PKK bûye civaka mirovên ku xwe fedaî gel, welat, mirovayetiyê û azadiyê kiriye. PDK di bin serweriya takekesî, çikûsî, jiyana maddî û berjewendiyê de ye. 

PKK bihevrejiyana gelan a li ser bingeha wekhev û azad de, Kurd jî tê de wekî garaniya jiyana hemû gelan dibîne, PDK bi motîvasyoneke ku mirov nikare jê re bibêje nijadperest e jî, ji bo Kurdan xetereyên mezin ava dike, bûye sedem ku hêzên derve her cure îstîsmarê bike. Ji ber van cihêtiyên cewherî yên ku mirov dikare zêdetir bike, PDK ji serî ve ji bo tasfiyekirina PKK’ê her cure hewldan kiriye.

Gelo di sedema helwesta PDK’ê de bandora nêzikatiyên hêzên derve ya li hemberî PKK’ê tune?

Bêguman heye. Wekî ku min bîska berê diyar kir, nêzikatiya Gladyoya NATO’yê gelekî diyarker e. Jixwe PDK gelek tiştan li ser navê van kesan dike. Wekî ku tê zanîn piştî Şere Cîhanê yê 1’emîn hêzên hegemon ên wê demê pirsgirêka Kurdan ava kirine. Kurd bêstatuy hiştin, çar welatên mêtinger ên ku Kurdistan di navbera xwe de kirin çar parçe jî ew wekî netewe-dewlet ava kirin. Piştî Şerê Cîhanê yê 2’emîn di modernîteya kapîtalîst de hegemonya ji Îngîltereyê derbasî DYE bû û Şerê Sar ê li hemberî Sowyetê dest pê kir, bi hinceta ku komunîzm û sosyalîzmê asteng bikin li gelek welatên NATO’yê rêxistinkirinên Gladyoyê hate kirin. Li Tirkiyeyê jî di sala 1952’an de hate avakirin û bi navê cihê heta niha hatiye. Ev hêz Tirkiyeyê bi rê ve dibe û bûye mûxatabê pêşîn ê pirsgirêka Kurdan. Stratejiyeke li ser Kurdan a vê Gladyoya NATO’yê heye û hemû tişt li gorî vê çarçoveyê pêk tê. Li gorî vê stratejiyê wê pêşiya PDK’ê were vekirin, PKK jî were tasfiyekirin. Ji xeynî cihêtiyên cewherî yên di navbera PKK û PDK’ê hêzên modernîteya kapîtalîst jî di warê nêzbûna ber bi PDK û PKK’ê de jî cihê tevdigerin û ev tişt dibe sedem ku PDK di warê tasfiyekirina PKK’ê de rola herî aktîf werbigire. Ji ber vê jî PDK ji bo tasfiyekirina PKK’ê peywirdar e. Bi tasfiyekirina PKK’ê re PDK dibêje qey wê hêzên mezin ên ku pirsgirêka Kurdan ava kirine, wê Kurdistanê bide wan û ji ber wê wisa bi hewes tevdigerin. Tişta ku nizane an jî nayê bîra wan ev e ku, têkiliya dewleta Tirk a qirker a bi modernîteya kapîtalîst re gelekî kûr û xurt e. PDK ji bo tasfiyekirina tevgera me, tiştek nemaye ku nekiriye. Vî tiştî ne bi tenê li Başûr li her dera Kurdistanê dike. Di dema komploya navneteweyî de, ji bo ku Rêber Apo nikaribe li Ewropayê bimîne û tevgera me têkeve lîsteya terorîst serî li hêzên rojavayî dane. Ev metn eşkere ye. 

A niha jî di şertên komployê de ya ji bo tasfiyeya tevgera me ji aliyê heman hêzan tê kirin, ji bo tasfiyeya gerîlayên azadiyê yên ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêk aniye, destkeftiyên li Kurdistanê ava kiriye û bûye garantiya hebûna Kurdistanê, her tiştî dikin. Artêşa Tirk a ku li hemberî gerîla têkçûneke dîrokî dijî, ji bo ku ji têkçûnê rizgar bike, her tiştî seferber diek. Vî şerê hê nehatiye îlankirin, li hemberî gerîlayên azadiyê bi awayekî berfireh dimeşîne. 

Li gorî van tiştên we diyar kir, gelo nirxandina we çi ye?

Di vê rewşê de PDK yan dev ji doza Kurdbûnê berdaye , bûye wekî hêzên dixwazin gerîlayên azadiyê tasfiye bikin û Kurdan qir bikin, yan jî bi piştgiriya hêzên navneteweyî dixwaze bike ku dewleta Tirk tevgera me têk bibe. Di ya duyemîn de jê we ye ku wê bi tasfiyeya Kurdistanê re hemû destkeftiyên li Kurdistanê wê jê re bimîne û bibe serwerê Kurdistanê. Ji ber vê di warê tasfiyekirina gerîlayan de gelekî hewl dide. 

Lê ji bo hebûnê bi qasî hemû kesan pêdiviya wê bi PKK’ê heye. Tê zanîn ku bi piştgiriya ku hêzên derve dide wê, ew dijî û dibêje qey bi saya vê piştgiriyê wê bibe serwerê Kurdistanê. Lê a rast hêzên derve ji ber ku PKK li Kurdistan, herêm û dinyayê potansiyela wê ya bandorê heye, piştgiriyê dide wan. Dibêje qey ev piştgirî heke PKK nebe jî wê bidome. Lê ew pêvajo bi Peymana Cezayîrê ya di sala 1975’an de qediya. Wê demê hêzên derve yên ku piştgirî didan wê, piştgirî dan hêzên mêtinger. PDK a ku belav bûye, parçe bûye, îradeya xwe ya têkoşînê ji dest daye, Aşbetal jiyaye û tu îddîaya wê nemaye. Sedema ku piştgiriya ji bo PDK’ê ev e ku PKK derketiye holê. Heke PKK were tasfiyekirin wê pêdivî bi PDK’ê nemîne, ew ê jî tasfiye bibe. Ji ber ku bûye dûvika hêzên derve, nikare van tiştan bibîne. Ev tişt pûçbûna aqile . 

Di van şertan de dewleta Tirk a ku di sala wê ya sedemîn de li Lozanê axa ku ji destê wê derketiye û jê re dibêje ‘Mîsak-i Mîllî’ ku Başûrê Kurdistanê de jî di nav vî tiştî de ye, hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a ku ji bo gerîlayên azadiyê tasfiye bikin, di heman demê de tê wateya ku gora xwe dikolin. Gelê me van hemû xetereyan dibîne, li hemberî qirkirina li ser Kurdan dibîne ku PKK tekane asteng e û PKK ji bo Kurdistanê hêza herî azadker e, gelê me dixwaze ku PKK hebe û li Başûrê Kurdistanê bimîne. 

Berevajî PDK’ê gelê Başûr napirse ku PKK çima li Başûrê Kurdistanê ye, berevajî wê dipirse çima nabe ew hêza ku Başûr bi rê ve dibe û PKK’ê rexne dike. Gelê me rêveberiya PDK’ê ya ku Başûr jî kiriye herî kêm du hêz naxwaze. Di çavê gel de PDK’ê him di warê îdeolojîk û him jî di warê polîtîk de ji zû ve ye temenê xwe tije kiriye. Sedema hebûna wê piştgiriya gel a ji bo wê ye, bi saya hêza derve ya ku ji bo astengkirina PKK’ê didin wê. Di rastiyê de PDK ne ew hêz e ku karibe li ser pêyan bimîne. Ji bo ku PKK li ser pêyan nemîne, hêzeke wisa ye ku li ser pêyan tê hiştin.

Di îddîaya xwe ya temsîliyetê de li hemberî gel tevgeriyaye, bûye dûvika hêzên navneteweyî yên dijminên Kurdan. Nabe ku ev hêz bi ser bikeve. Hêviya me ev e ku PDK berê xwe bide gel, ne li gorî kesên din lê li gorî daxwazên gelê Kurd tevbigere û dev ji hewldanên tasfiyekirina tevgera me berde. Heke ev tişt pêk werin, wê gelê Kurd hemû tiştên ji bo wê hesret e, bi dest bixe. Dûr an jî nêza wê gelê Kurd jiyana azad, wekhev, demokratîk û azadiya jinan bi dest bixe, wê Kurdistan azad bibe û Rojhilata Navîn demokratîktir bibe.