Gerîlayê azadiyê Umît Tarhan (Rêzan Amed) piştî têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di 18’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastina Medya şehîd bû.

Gerilla Rêzan Amed beriya şehîd bibe, li ser berxwedana Kobanê axivî û got; Li hemberî bi dehan tank û bi sedan çeteyên DAÎŞ’ê, 12 fedaiyan nehiştin ku çete bikevin gundê Serzûrî. Di destên hevalan de tenê kleş û bombe hebûn.

Hevalên Şehîd Rodî û Serxwebûn pêşengî ji vê berxwedana dîrokî re kirin. Paş de gav ne avêtin û şehîd bûn.

Şehîd Rodî, di cîhaza ragihandinê de got; ‘Bila morala we kêm nebe, moralê me xurt e, em li ber xwe didin.

Fîşekên me, çekên me, cebilxaneya me hene, em li ber xwe didin. Em ê şer bikin’.

Gerilla Rêzan destnîşan kir ku çeteyan, bi tank, katyûşa, hawan, doçka û her cûre çekan êrîş kirin û xwestin xwe bigihînin Kobanê û got;

Nêzî 20, 30 tankên wan hebûn. Li her derê şer hebû. Me li her derê berxwedan kir, me şehîd dan, birîndar dan, lê me çete şikandin.

Gerila Rêzan Amed, herî dawî got; Piştî ku çeteyan Girê Miştenûrê bi destxistin, car din êrîşên xwe dijwar kirin. Me û gel berdêlên giran dan, lê ew rawestandin. Çete ji YPGê ditirsiyan û dîtin ku şervanên Kurd, bi îradeya Apoyî şer dikin û nayên şikandin. Berxwedana Kurdan li Kobanê li cîhanê bû sembola berxwedanê.