Çalakiya Azadiyê, di 25’ê Hezîrana 2012’an de, li Frensa bajarê Strasboûrgê, bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda mutlaq ya li Îmraliyê hatibû destpêkirin kete hefteya 593’an.

Her hefte komek ji Kurdên li Ewropa û dostên wan, nobetê dewir digire.

Vê hefteyê jî, koma Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsre -YJK-S û aktîvîstên Komuna Arjîn Garzan, Halîse Tûzer, Naîle Gumuştaş, Saadet Doymaz û Fehîme Ozturk nobet dewr girtin.

Ji çalakgeran Naîle Gumuştaş axivî û got; CPT erka xwe pêk neaniye.

Hewl dan vîna jinên ku 25 sal in daxwaza aştî û azadiyê dikin rehîn bigirin.

Em ê komploya qirêj têk bibin. Em, tenê bi agahiyên ji Rêberê xwe têr nabin, em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin, wê serketin ya gelê Kurd be.”

Halise Tûzer jî bal kişande ser berxwedana nêzî 80 Kurdistaniyên ku bi diruşmeya “kes nikare roja me tarî bike” çalekî kirin û got;

Wan lehengan da xuya kirin ku Rêbertî û gel yek in.

Tûzer got; Çelekiya me ne tenê ji bo Konseya Ewropa û CPTê ye, bi navê mirovahiyê li dijî hemû komplogeran e.

Divê werê zanîn ku, em ê ji bo azadiya Rêberê xwe, têkoşînê bikin.