Konferansa Ciwanan a Cîhanê, bi tevlîbûna ciwanên ji 60 welatan, wê di 3, 4 û 5ê MIjdarê de, li paytexta Fransa Parîsê destpêbike.

Tê payin ku zêdeyî 300 aktîvîstî tevlî bibin.

Konferans, bi pêşengiya “Tevna ‘Ronahî” û “Ciwan dîrokê dinivîsîn” tê pêkanîn û wê bibe berdewama konferansên salên 2015 û 2019’an yên li Amed û Kobanê.

Di konferansê de wê azadî, ekolojî, wekheviya jin û mêr, alternatîfên li hemberî sîstema kapîtalîst, jiyana lîberal, zayendîperestî, ekolojî, faşîzm, mîlîtarîzm, perwerde, di Şerê Cîhanê yê 3’mîn de ciwanên Rojhilata Navîn, pirsgirêkên aboriyê, koç, dîroka ciwanan, enternasyonalîzm, li nava civakên dagirkirî û gelên penaberbûyî pirgirêkên ciwanan û pirsgirêkên jinên ciwan, werin nîqaşkirin.

Ji komîteya amadekar Youth Writing History, diyar kir ku ji nêzî 60 welatî ciwan tevlî konferansê dibin û got; Konfernas ji aliyê ciwanan ve û bi armanca xurtkirina înîsiyatîf û perspektîfa ciwanan tê pêkanîn.

Armanca Konferansê ew e ku têkoşîna li dijî zexta li ser jinê, bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” li tevahiya cîhanê pêşbixin.

Ji bo vê jî hewcedarî bi perspektîfên hevpar heye. Em têkoşîna ciwanan bingeha hemû têkoşînan dibînin.