Hevserokê Giştî yê DBP’ê, Keskîn Bayindir polîtîkayên hilblijartinê ya AKP’ê û serdana li Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.

Keskîn Bayindir da zanîn, tevî hemû hileyan AKP’ê di hilbijêrên herêmî de têk çû û wiha got:

Gelê Kurd di radeya herî bilind de li îradeya xwe xwedî derket. Lê Erdogan hê jî di şer de israr dike.

Keskîn Bayindir, bal kişande ser serdana Erdogan a Baxda û Hewlêrê û got; Di demek ku li Rojhilata Navîn, şer tê belav kirin û hevsengî diguherin, desthilatdariya AKP-MHP’ê amadekariya şerekî giştî dike. Bingeha serdana Erdogan a Iraqê jî konsepteke nû ya tasfiyekirina gelê Kurd e. Ji xwe beriya serdana Erdogan êrişên li dijî Gerillayên Azadiyê dest pê kirin.

Li dijî vê konsepta şer a li ser gelê Kurd, yekîtî û hevgirtina Kurdan jehrkuja vê konseptê ye. Yekîtiya neteweyî ya Kurdan dikare desketiyên Kurdan bi parêze,

Mixabin PDK tu carî nebûye parçayek ji hêza parastina nirxên civakî yên destketiyên gelê Kurd. Ev jî bû sedema ku PDK ji hêzeke Kurdistanî dûr bikevê. Îro bi destûra PDK’ê û piştgiriya wê li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 70 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene.

Dewleta Tirk heta îro statuya Başûrê Kurdistanê qebûl nekiriye. Her dem û di demê de Kurd teva yek dîtin û êrîşî wan kiriye. Lê PDK’ê ev rewş ti carî rast nenirxandiye, yê ku êrîşên dewleta Tirk rewa dike jî PDK ye.

Keskîn Bayindir herî dawî got; Rewşa dawî ku li Hewlêrê rû da, ji siyaseta alê wêdetire. Heman rojê Erdogan serdana Iraqê kir, lê li Iraqê ala Tirkan li kolanan ne hatin daleqandin. Gelo çima li Hewlêrê hebû? Gelê Başûrê Kurdistanê nerazîbû. Li Mexmûr, Şingalê û gelek bajarên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn hate nîşandan.

Eger ev nerazîbûn li ser bingeheke rast bêne nîşandan wê ti hevkariya li dijî destketiyên Kurdan bi sernakeve.