Li Cizîrê baranek şid bariya kuçe û kolan dibin avê de man.

Kesên nekarin ji malên xwe derkevin, demek dirêj zehmetî kişandin, bi saetan di malên xwe de man.

Di saeta lehiyê de, ji ber gel ji bo fitarê li malên xwe bûn, vê rê li ber metirsiyek mezin girt.

Piştî lehiyê kolan di bin heriyê de man.

Parlementera Dem Partiyê Newroz Uysal, Namzetên hevşeradariyê yên Cizîrê Guler Tunc Yerbasab û Abdulrahîm Dûrmuş, rêxistina navçê cûn cem gel, alîkarî dan wan.

Hate zanîn, şaredariya Silopya wê ji tîmek alîkariyê bişîne ji bo xelkê Cizîrê