Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombardûmaneke giran li gundên Til Temirê dikin.

Li gorî agahiyan, dagirkeran saet di 09:45’an bi obus û hawanan bombe li gundên Dawudiyê û Hiwêşa yên Til Temirê barandin. Li wan gundan hîn jî sivîl hene.

Dagirkeran di 12’ê Mijdarê de bi rengekî giran bombe li gundên Reşîdiye, Qasimiye, Reyhaniye, Menax, Ûm el Kêf û Azîziye yên Til Temirê her wiha gundikên Dirbo û Kinebirê yên heman herêmê barandin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete yên ji DAÎŞ û El Qaîdeyê hatin komkirin ji 9’ê Cotmehê ve ji bo dagirkirinê êrişê dibe ser Rojava. Di çarçoveya peymanên bi DYE û Rûsyayê re kir hin dever dagir kir. Ji ber êrişên dagirkeriyê bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi sed hezaran sivîl ji warê xwe koçber bûn. Li gorî raporên gelek rêxistinên navneteweyî di êrişan de kuştinên komî jî di nav de gelek sûcên giran ên şer hatin kirin. Rêveberiya xweser destnîşan dike ku mîna çeka fosfor gelek çekên qedexekirî jî tên bikaranîn.