Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku ji hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê ve pêl bi pêl şaredariyên HDP’î desteser dike, dest danî ser çar şaredariyên din ên HDP’î.

Li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên navçeyên Yenîşehîr û Hezro yên Amedê, navçeya Hezexê ya Şirnexê û Bajaroka Perî ya girêdayî navçeya Mazgêrda Dersimê hat kirin.

Heta niha 3 jê şaredariyên bajarên mezin qeyûm tayînî 16 şaredariyên HDP’ê hatibû kirin.

Bi tayînkirina qeyûmên îro re hejmara şaredariyên qeyûm hatine tayînkirin derket 20’an.