Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed, di 25’ê Cotmeha 2023’an de, li deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka), ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 143 roj in agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî revandina rojnamevan Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de û got; Silêman Ehmed ne rojnamevan e û gefa cezakirinê lê xwar.

Ajansa Rojnewsê jî daxuyaniyek da û got; Silêman Ehmed nêzî 5 salan e ku di beşa Erebî ya ajansa me de wekî edîtor kar dike.

Em weke Ajansa Rojnewsê, Asayîşa Duhokê ya PDK’ê şermezar dikin.

Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.

J i parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed jî diyar kir ku, “ji dema revandina Silêman Ehmed ve, ew hewl din muwekîlê xwe bibînin û dosya wî bixwînin. Lê Asayişa Dihokê desturê nade.

Prz. Nerîman Ehmed got; Piştî ku em hatin astengkirin, me serdana dadwerê asayîşa Duhokê kir û xwest ku desturê bidin ku em muwekîlê xwe Silêman Ehmed bibînin.

Dadwerê asayîşê destur da, lê Asayîşa Giştî, destura dadwer qebûl nekir û rê neda ku em muwekîlê xwe bibînin.

Rojnews, parêzer û malbata rojnamevan Suleymen Ehmed, gotin, PDK ji ewlehî û jiyana rojnamevan Silêman Ehmed berpirse