Dayika Rêber Apo Uveyş Ocalan di 31. salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya gundê Amara hate bîranîn.

Malbata Rêber Apo, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram, endam û rêveberên DEM partî ya navçeyê û rêveberên Komeleya KATDER’ê beşdar bûn.

Beşdaran dayika Ûveyş bi bîranîn û qernefîl danîn ser gora wê.

Piştî bîranîne jin çûn serdana xwişka Rêber Apo Fatma Ocalan ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tê dermankirin.

Dayîka Uveyş li Helebê jî hat bîranîn

Li Helebê bi dehan jin hatin gel hev û dayika Uvey bibîranî, li ser jiyana wê axavîn.

Piştî axavtinan li ser jiyana Uveyş Ocalan sînevîzyonek hat pêşandan.

Ji Rêveberiya Komîteya Dayikên Şervanên Azadiya Kurdistanê, Fatme Hesen got:

Dayika Uveyş tu car namire. Em îro bi saya wê bûn xwedî Rêberek. Mîna wê, Îro hemî dayikên şervanên azadiya Kurdistanê, zarokên xwe li ser xeta rastiyê, azadî û serfiraziyê mezin û perwerde dikin.

Ev ji bo me cihê şanaziyê ye.