”Tevahiya rojê min li nûçeyan guhdar nekiribû. Xewna ku bi şev min dîtî jî ji xwe veşartibû. Lê wê saeta êvarî parazîtan Halîl Dag, Halîl Ibrahim Uysal venedişart.”

2011’an, 27’ê Mijdarê Armanc Kerboran (Huseyîn Akdogan) ku li navçeya Pîranê ya Amedê bi du hevalên xwe re şehîd bûyî, yek ji hevalê herî nêz ê Halîl Dag bû. Armanc, ji bêtala Eyaleta Amedê ya ku lê guhdar dikir, 7’ê Nîsana 2008’an hîn bû ku Halîl şehîd bûye. Û eynî rojê bi sernava, ”Halîl şehîd bû…” nivîsek li rojnivîska xwe danî. Di salvegera 13’an a şehîdbûna Halîl Dag (Uysal) de em ji Rojnivîska Bakur a Armanc Kerboran beşekî kurt par ve dikin:


Li Bestayê…Li Avyanê.  Di şerekî giran de, ”Li qada Avyanê ya Bestayê, di şerekî ku çend rojan bênavber dom kir, HALÎL DAG şehîd bû…”

Ev hevok çendî kelevajî, çendî dûrî rastiyê ne! Lê mixabin ew çend jî rastî ye.

Halîl şehîd bû…

Dengbêjê dawî..

Dostê dilsoz ê şervanên dêrîn û hevrêyê wan…

Zarê Egeyê, hezkiriyê çiyayan, welatê  çiyayan..Û dengbêjê wê..Dengbejê wan jiyanên ku rastî û xeyal têkilî hev in…Bîrbir, guhdar û dengbêjê wê..Ê ku destnîşan dikir, rê nîşan dida..Destnîşankarê wan rû, çav, ken û hêstirên çavan ku cîhanê weke ku razekê veşêre, weke ku îşareta qiyametê veşêre vedişart, ajansan ew jinedîtî ve dihat. Ji bo aqilê bi wijdan û dilê bi wijdan ên ku mane, destnîşankar.

Niha deng vebirî, ji ber ku dengbêj hiş bû. Niha reng avêtin, ji ber ku hê li serê biharê neynika rengan şikiya. Niha çiya xemgîn in ji ber ku  ji dilê wan parçeyek mezin Ehrîman stand…Niha awirê dostaên wî, hevrêyên wî li bêdawîbûnê aliqî mane. Ji ber ku Halîl çû wir..

Eşqê, keziyên xwe yên reş ên zer û sor bi kêreke ko birî, ji ber ku yê ku weke eşqê dijiya, mir!
***

Her gav dibêjim ”kelecajî”, ”Ma tiştekî wiha dibe”, dibêjim, ”Nabe” û a rast nizanim…Naxwazim bi tiştekî zanibim.

***

Li vê sedsalê çend mirov hene ku ev qas êş li pey xwe hiştin?

Çend mirovan ev çend eşq li pey xwe hiştin?

Çend mirov wiha paqij man û wiha hez kir ji vê cihanê…

Çend mirova wiha bûne zimanê bêzimanan, bûne dengê bêdengan, kenên ku dihatin xefkirin, nixumandin û dibiriqîn destnîşan kir.

Çend mirovan wiha destnîşan kir?

Hevalê min, êdî dengbêjê me nîne, êdî em lal in weke hemû zemanan…Hevalê min, êdî mamosteyê te nîne û li rengên ku cemidî kor in êdî çavên me…Dersim û deverên din niha çendî ji hal ketine. Belkî jî jiyan ji niha û pê de di valahiyeke kûr de ye, ji aliyekî ve diferfitê.

***

Çi dibêjim û divê çi bibêjim nizanim…Lê zor li min dibe.

Hêrsa min radibe il ser van, li dijminê sêwertal ê bêhiş ku jê weye serkeftî ye…Weke Halîl çed Tirk hene, ev bêhiş, ev nezan pê dizanin! Naleta li wan dilê wan ê ku bûye kevir! Ji wan weye ku serkeftî ne!!

***

Dixwazim li bêdawîtiyê binerim, dixwazim tiştinan bibînim. Diçim ser zinarên bilind. Dixwwazim ti perde li pêş min nebin. Ax, ku ne ji van valahiyan fetosokî bûye yên li şûnê dimînin, çendî rehet e di vê rêyê de weke hilmekê.

Dareke biçûk heye kulîlk dane, dara behîvê…Kulîlkên xwe beriya pelên xwe vekirine. Dema ku min dêhna xwe daye wê kulîlkê gavekê hewl didim ku bi çavê te bibînim Halîl. Halîl wê çawa behsa vê ji mirovan re bikira, we çawa jê hez bikira…Ji spiyê pê ve ti tiştî nabînim. Hemû cîhan, kevir, lat, hemû dar û ezman, hemû weke pelên gula spî ne. Ji ber ku kor dibim.

Li nav vê spîtiyê, du dilopên baranê hene ku bi çeqla kulîlkê ve aliqî mane. Du dilopên mezin, an jî du mûm, belkî jî hêstirên çavê cîhanê…

Dihebitim, dibêjim, ”Ew qeweta min nîne ku weke Halîl binerim” û hewl didim heq bidim xwe.

Piştre Dersim bi hawara te ve tê…Dostê hemû demtengî û tengezaran…Biçûkê me ku beriya te bi biharekê li Bestayê dia li daran, çeqlan, bişkojkan dikir…Dersima me ya biçûk ku ji bo alîarî bide bişkoşkan bang li baranan, ji bo ku sermayê bibin bang li bayên germ dikir û ji bo ku zivistana reş bi bihara jiyana bi xuşexuş birûxîne hewl dida, berevanî li hêviyê dikir…

Piştre xwe bi xwe dibêjim, darên Bestayê careke dî bi derengî ketin. Ez gazina xwe li wan dikim. Belkî jî pê nizanin bê ka çawa bêsebr em li hêviya pelên wan dimînin. Pê nizanin ku pelên wan ên ziravik mertalên me yên mezin in.

**

Ew mij dîsa hat niha. Weke ku bibêje îro ji rojan roje dî ye. Mija ku gelek caran tê. Mija pêl bi pêl. Weke ku piştî çend gavan tiştekî dî nîne.

Tevahiya rojê min li nûçeyan guhdar nekiribû. Xewna ku bi şev min dîtî jî ji xwe veşartibû. Lê wê saeta êvarî parazîtlan Halîl Dag, Halîl Ibrahim Uysal venedişart.

Bi rastî giran dihat Galîlo…Pir zorê li min dike. Pir diêşîne.

Halîl Dag…

Halîl Dag ku li pey xwe berhêmên weke çiya hiştî, êşên weke çiya hiştî û gowde hiştî. Ê ku li pey xwe dost bi tenêtiyên mezin, bi êş, hêvî, xemgînî û coşî hiştî.

Nîsan 2008-Amed