Fermandara Giştî YPJ’ê Newroz Ehmed têkîldarî darizandina bêhûqûqî ya Çîçek Kobanê got,”Darizandina Çîçek Kobanê ne darizandina şexsekê ye, darizandina tekoşîna azadiya hemû jinan e.”

Şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê, dema dewleta Tirk a dagirker 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî Bakûr-Rojhilatê Sûrî kir, parastina herêmê dikir û alikariya mirovî dida gelê hêremê. Di vê tevgera dagirkeriyê de ji aliye çeteyên dewleta Tirk ve hatibû dîl girtin. Piştî dadgeheke manîdar a di salvegera tinekirina DAIŞ’ê de yanî 23 Adarê de, cezaya hepsê ya mûhebbet lê hate birîn. Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed di derbarê doza darizandina Çiçek Kobanê de, ji ajansa me re wiha axivî û gto, ”Çîçek Kobanê parastina axa xwe û gelê xwe dikir. Biryara ku di dadgehê de hatiyê dayîn, biryareke beedelat û dijî mîrovahiyê ye.”

Newroz Ehmed bal kişand li ser kiryarên dewleta Tirk û wiha got: “Dewleta Tirk bi kiryarên xwe yên bêhiqûqiyê tê naskirin. Yanî Çîçek Kobanê ne mirovê pêşî ye ku ji aliye dewleta Tirk ve tê girtin û darizandin. Li Tirkiyê gelek mirov bi awayekî bê hiqûq têne girtin û tênê darizandin. Gelê Tirkiyê her roj bi kiryarên cûda yên dewleta Tirk re rû bir û dimîne û cezayên pir giran li van mirovên beguneh tê birîn. Bi taybet jî li ser jinan van kiryarên xwe yên hovanê pêk tînin. Her wiha dema kû Çîçek Kobanê ji aliye çeteyên dewleta Tirk ve dîl hate girtin, birîndar û bê çek bû. Wê demê heval Çîçek ji bo axa xwe biparêze li eniyan de cihê digirt û alîkariya mirovî dida gelê xwe. Bi vî rengî dîl girtina wê û dîmenên despêkê yên li ser tevna civakî hatine parve kirin, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû kişandin. Ew dîmen jî îspata kiryarên dewleta Tirk bû, ji ber wê jî dewleta Tirk xwedî li vê kiryara hovane derket. Wê demê neçar ma kû di vê derbarê de daxuyanî bide. Dewleta Tirk bi daxuyaniya ku da ve xwedî li çeteyan derket.”

ÇÎÇEK KOBANÊ BI HOVÎTIYA DEWLETA TIRK VE RÛ BI RÛ MA

Newroz Ehmed diyar kirin dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê sucê mirovahiyê dike û wiha pê de çû: “Çeteyên dewleta Tirk bang li her kesî dikin ku ji bo werin cihê serjêkirinê, hevala me Çîçek Kobanê weke qurbaneke di şer de dîl girtin. Bi rastî jî, ev dîmen pir bi êş û giran bû. Ev kiryara dewleta Tirk li dijî mirovahiyê û hevala me nêzîkatiyeke hovanê nişan dide. Piştî wê jî qaşo dewleta Tirk di derbarê rewşa wê de daxuyanî da û gotin rewşa wê başe, li Tirkiyê tê derman kirin. Piştî ev nêzîkatiya sosret şervana me hate dadgeh kirin û cêza lê hate birîn. Ev nêzîkatiyên dewleta Tirk weke demên derbasbûyî dîsa îspata têkîliya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê ,Arteşa Azad, Cebhet El-Nûsra û hwd. ye. Bi vî rengî cezayeke li dijî mirovatiyê, hiqûqa navnetewiye û hiqûqa şer hate dayîn. Çîçek Kobanê parastina axa dikir yanî li hemberî dewleta Tirk dijberiyek nekiriye. Ti zirareke weke dewleta Tirk pênase dike, li serweriya Tirkiyê nekiriye. Li ser axa Sûriyê bû û hate dîl girtin. Ew çeteyên ku êrîş li ser axa me kirin, her roj li herêmên dagirkirî kiryarên hovanê yên kûştina mirovan, tîcareta mirovan kirin pêk tînin. Kiryarên van çeteyan ne tene ji bo gelê me xeteriyeke ji bo hemû mirovahiyê xeteriyeke jiyani ye.”

BIRYAREKE SOSRET E

Newroz Ehmed wiha dawî bi axaftinên xwe anî: “Ev biryara ku li pêş çavê hemû cîhanê ji aliye dewleta Tirk ve hate dayîn, biryareke sosret e. Helbete Çîçek Kobanê şervanekê me ye, em ê xwedî lê derbikevin û heta dawiyê di qadên nav netewiye de tekoşîna me ya ku ji bo azadiya hevala me wê berdewam bike. Em mijara bangawaziya ji bo hêzên navnetewî gîring dibînin. Herkesî ku ji bo azadî û wekheviya mirovahiyê tekoşîn dikin, pêwîste li hemberî vê biryarê bisekinin. Dewleta Tirk bi vê biryara xwe ji hemû cîhanê re dibêje ‘hûn çidikin bikin ez ê xwedî li van çeteyan derbikevim û hebûna wan rewa bikim.’ Ji bo vê jî em ê tekoşîna xwe bidomînin û heta dawiyê li hemberî vê biryarê bisekinin. Em di vê baweriyê dane her kesê ku ji bo mirovatiyê têdikoşe û bi taybet jî pêwîste tevahî jin li hemberî dewleta Tirk û biryara dadgehê bisekinin. Li hemberî vê biryara dadgehe helwestekî pêwîst dike ji ber ku dadgeh kirina Çîçek ne dadgehkirina şexsekê ye. Ev biryar di esas de li hemberî tekoşîna jinê ye. Pûçkirin û ne qebûlkirina vê biryarê, te wateya rewadîtina hişmendiya mêrê desthildar e. Ji ber wê jî bi taybet pêwîste hemû jin têbikoşin, em hêza xwe û tekoşîna xwe li hemberî desthildariyê bikin yek.”