Ji endamên DEV-LÎS Devrîm Ûlûş diyarkir ku sîstema perwerdeyiya Tirk xizmeta desthilata AKP-MHP’ê dike û bi rêya perwerdê dixwazin ciwanên şoven, zayendperest û asîmîlebûyî biafirîne.

Ji sala 1923’an ku Komara Tirkiyê wek dewlet neteweyek hat damezrandin heya roja îro wisa tê fêmkirin ku netewên kêm hejmar ji bo “yekparetiya dewletê” gef in. Polîtîkayek Tirkkirinê bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn û li hemberî berpirsiyariyên di çarçoveya huqûqa navnetewî ya Tirkiyê, gelek mafên neteweyên kêm hejmar nayên naskirin. Di sîstema perwerdê de nasnameya Tirk û netewperestî weke nirxekî bingehîn tê teşwîqkirin û çanda neteweyên kêm hejmar tine tên hesibandin.

Destûra Bingehîn ya Komara Tirkiyê “zimanê Tirkî” wek zimanê dewletê pênase dike û fêrkirina zimanên ji derweyî Tirkî wek “zimanê dayikê” qedexe dike. Tirkiye di dehan dibistanên taybet yan jî yên dewletê de, di zanîngehan de destûr dide fêrkirina zimanên wek Îngilîzî, Fransî, Elmanî û Îtalî, lê ji bo Kurdan û netewên kêm hejmar mafê vekirin û bikaranîna dibistanên fêrkirina zimanên xwe tine ye.

DI NAVA 18 SALAN DE 8 WEZÎR HATIN GUHERTIN

Tirkiye li rex feraseta perwerdeya tekgera, bi guhertina berdewam a sîstema perwerdeyê re pirsgirêkên heyî çendîn qat dike. Di tevahiya dema ku AKP li ser desthilatê bûye de herî zêde wezîrê perwerdê hatiye guhertin. Di vê demê de 17 car sîstema perwerdê guhertiye. Bi Biryarnameya Serokkomartiyê ya 5’ê Tebaxê di Rojnameya Fermî de hatî weşandin ve Alîkarê Wezîrê heyî Prof. Dr. Mahmût Ozer li şûna Ziya Selçûk hat hilbijartin. Bi vî rengî ji 2002’an heya niha 8 wezîr hatin guhertin.

‘NIFŞEKÎ BÊDENG Û TÊ ASÎMÎLEKIRIN TÊ ARMANCKIRIN’

Endamê Amadeyiyên Şoreşger (DEV-LÎS) Devrîm Ûlûş ji ANF’ê re axivî û got, “Di pergala perwerdeyê ya li welat tê dayîn de profîla mirovekî li gorî bîrdoziya desthilat be heye. Li ser afirandina nifşekî bêdeng, îtaetkar û lêpirsîn nake tê rêvebirin. Li gel tevahiya vana sîstemeke ku asîmîlasyonê armanc dike.”

Ûlûş destnişan kir ku di pergala perwerdeya Tirk de zayendperestî zêde bûye, sîstemek milîtarîst û yê netew û şovenîzmê belav dike hatiye damezrandin. Ûlûş axaftinê xwe wiha domand: “Desthilat bi perweredeyekê ku tenê dîroka desthilatdaran û çanda xwe dide pêş ve mîna leşkergehê (padîgan) di avahiyên ku qet naşibin dibistanan de dixwaze nifşa li gorî dilê xwe ava bike. Di pêvajoya şewbê de tê zanîn perwerdeya ku hat xwestin ji dûr ve bê dayîn kêm ma, ger şibandin di cih de be weke xwendevanan jî gotî di refê de ma.”

Ûlûş di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku girseyek xwendevanan heye ku 80% ango piraniya wan ji ber ku pirsgirêka kêmbûna materyal û jêrxan heye û ji ber ku bi zimanê dayika xwe perwerde nabînin, lewre nikarin tevlî dersan bibin.

‘HEVALÊN ME JI BER KU BI ZIMANÊ DAYIKÊ PERWERDE NEDÎTIN LEWMA NEKARÎN BIKEVIN DERSÊ’

Ûlûş di dawiyê de got ku ji ber ku hevalên wî bi zimanê dayikê perwerde nedîtin lewma nekarîn bikevin dersê û diyar kir ku li Tirkiyê polîtîkayên nijadperest û cihêkar bi taybetî bandorê li ciwanan dike û wiha pêde çû:”Li Tirkiyê perwerde li gorî pêdiviyên sermayê şêwe digire û di heman demê de desthilat nifşê ku dixwaze, hewldide bi rêya perwerdê biafirîne. Di vê tabloyê de nifşek derdikeve pêşberî me ku pêşeroja wê nîne û perwerdeyekî nebaş dîtiye. Nifşa Z di esasê de perwerdeyek adilane ya li gorî kêrhatiyên her kesî dixwaze. Em naxwazin keda ku me bi salan dayî val biçe û bi awayekî bi mafdar em berdêla keda dixwazin. Em sîstema ezmûnan ya elekê dixe û reqabetgere naxwazin. Bi kurtî em sîstemeke perwerdeyî ya wekhev, bê pere, zanistî, bi zimanê dayikê û dijî-zayendperestî dixwazin. Em sîstemekî dixwazin ku ne bi ezmûnan derbasê zanîngehê bibe belkû li gorî kêrhatiyên her kesî were destgirtin.”