Di demên dawî de trafîka dîplomasiyê ya dewleta Tirk a bi Iraq û rayedarên PDK’ê re zêde bûye.

Derbarê mijarê de çavdêrê siyasî Kazim Hac û endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya li Parlamentoya Iraqê Hisên Amirî ji ajansa Rojnews re axivîn.

Hisên Amirî dibêje:

Divê hikumeta Iraqê dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê pêngavên cidî bavêje. Ji ber ev binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye û ewlekariya welatê me dixe xeteriyê. Divê liv û tevgerên bi guman ên dewleta Tirk ên ser sînor werin çavdêrî kirin, ji bo ti hêzek biyanî nekeve nav xaka Iraqê, bi awayek fermî parêzvanên sînorê Iraqê hebin.

Hisên Amirî da zanîn lazime Hikumeta Iraqê ji bo derxistina dewleta Tirk ji nav başûrê Kurdistanê pêngavên leztir bavêje û wiha got:

Divê em rênedin dagirkeriya li ser xaka Iraqê berfireh bibe, lazime parlamento ji bo rawestandina êrişan xwedî helwest be.

Çavdêrê siyasî Kazim Hac jî got;

Pêwîste Hikumeta Iraqê ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê xwedî helwestek bihêz be. Divê Iraq li dijî êrişên dewleta Tirk raweste, ev bi rêya bikaranîna leşkerî jî dibe. Lazime Iraq bi rêya civaka navnetewî pêngavên ji bo rêgirtina dagirkeriya dewleta Tirk bavêje. Ji ber ku ev mijar li ser ewlekariya netewî ya Iraqê bûye gef, bêdengî jî tê wateya berfirehkirina vê dagirkeriyê. Lazime ji bo derxistina hêzên Tirk pêngavên lez werin avêtin.