Li Girê Spî konê mertalên zindî yê li dijî gefên deweleta Tirk a dagirker hatî vedan di roja 36’an de berdewam e. Di çalakiya mertalên zindî de hat gotin ku ew ê li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker, berxwedanê bidomînin.

GIRÊ SPÎ

Konê çalakiya mertalên zindî ya Girê Spî ku li taxa El- Minbitih, di roja 36’emîn de berdewam e. Her roj gelek şênî serdana konê çalakiyê dikin. Îro jî Yekîtiya Jinên Ciwan serdana kon kirin. Yekîtiyê  ji bo piştgiriya xwe bi Hevseroka KCD`ê Leyla Guven ku di roja 73`an greva birçîbûnê de ye û nerazîbûna xwe ji bo tecrîda giran li ser Rêber Ocalan, daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aiyê endama yekîtiyê, Hîba Cewher ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Jin di nerîna Rêber Abdullah Ocalan de sembola jiyana azad e. Em wek jinên azad em li ser rêya tekoşînê bi rih û îradeya tekoşer Leyla Guven û sekna wê li hember siyastên Tirkiyê, dimeşin.

Em wek jinên ciwan tecrîda li ser Rêberê mirovahiyê şermezar dikin, em ê heta dawiyê tekoşînê bikin û zîndana îmralî bişkînin. Li ser vî esasî em piştgiriya xwe bi heval Leyla re nîşan didin.

Jinan îradeya rast derxist û agir bi xwe xistin, bûn finda azadiyê û rêya nifşên paşerojê ronî dike û nîşan da ku ew desthilatdariyê qebûl nakin.”

Çalakî bi beşdarbûna şêniyên Girê Spî berdewam dike.

ANHA