Li Brukselê Kurd û dostên wan tecrîd protesto kirin û Leyla Guven silav kirin.

Li Brukselê li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Leyla Guven çalakî hate lidarxistin.

Kurdan bi pêşengiya NAV-BEL Û YJK-B’ê li Qada Place Saînt Lambertê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de Leyla Guven hate silavkirin a ku di greva birçîbûnê de ye û tecrîd protesto kirin.

Kurdan belavok belav kirin û sloganên ‘Em hemû Leyla ne’ û ‘Azadiya Ocalan azadiya gelan e’ berz kirin.