Bîranîn di şexsê Ece Yilmaz bi nasnav Edessa Cejna, Dilara Olmez bi nasnav Ekîn Rodî û Kemal Merwan Oso bi nasnav Canşêr Şêrawa hate pêkanîn.

Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, xizmên şehîdan û bi sedan Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê KOMAWê Saadet Kuran axıvi û got;

Em ê tenê nebêjin şehîd namirin. Em ê li ser şopa wan bin, xeyalên wan pêk bînin û heta em sax bin em ê têkoşîna wan bidomînin.”

Li ser navê malbata şehîd Edessa Cejna, Mamoste Gernas Koçer jî axivî û diyar kir ku ew, bi têkoşîna şehîdên xwe bi rûmet in.

Piştre endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar axivî û got;

Li welatê me şerekî mezin heye û em hemû di nav vî şerî de ne.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têkoşînek dîrokî dikin û gav bi gav ber bi serketinê ve diçin.

Tu kes, tu dewlet nikare teknolojiyên nifşê nû yên PKK’ê.

Dewleta Tirk a xwînmij piştî vê têkçûnê diçe Îran, Iraq û Sûriyê û li hevalan digere.

Lê divê ji bîr nekin ku kes nikare gelê Kurd tune bike.

Em ê vê têkoşînê bidomînin.

Li ser navê malbata Ekîn Rodî Zulfû Bînbîr axivî û got:

Tu hevok, tu gotin têra vegotina têkoşîna şehîdên me nake.

Şehîdan, teknolojiyên şerê taybet yên dewleta Tirk a dagirker vala derxistrine.

Em ê xeyalên hemû şehîdên Kurdistanê pêk bînin, heta Rêber Apo azad bibe, em, dest ji doza xwe bernadin.

Piştî axaftinan ji bo bîranîna şehîdan sînevîzyona hate pêşandan.

Di bîranînê de banga tevlîbûna mîtînga navendî ya îro li Frensa bajarê Strasboûrgê bê pêkanîn.

Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.