Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, dazanîn ku bi têkoşîneke civakî, hiqûqî, siyasî û dîplomatîk fikrên Rêbertî belavî tevahiya cîhanê hatiye kirin û got; Ji bo vê jî pêngava ji Rêbertî re azadî giring e.

Lê divê em vê bi temamî bikin gerdûnî û bi sed hezaran, bi milyonan kesan, ji gelên din jî divê em mirovan tevlî vê pêngavê bikin û azadiya Rêbertî misoger bnikiin,

Besê Hozat got; lingê vê pêngavê yê Tirkiyê jî pir girîng e. Di Newrozê de, di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê dehate dîtin ku li Kurdistanê jî û li Tirkiyê jî tirs hatiye derbaskirin. Desthilatdariya faşîst jî derbeyeke pir cidî xwar.

Di nava civakê de ruhekî serhildrê, îrade û cesareta berxwedanê di rêjeyeke pir girîng de derketiye holê.

Riya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrtaîkbûan Tirkiyê, bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Li Tirkiyê faşîzm heye û faşîzm dostê tukesî nîne.

Ji bo li dijî Kurdan şer bikin, Kurdan di qirkirinê re derbas bikin hiqûq jî rakirine. Ji xwe bêedaletî, bêwijdanî û qirêjî heye. Di nava siyasetê de qirêjî, di nava civakê de rizîbûn heye. Niha ji bo ku Tirkiye bi temamî demokratîk bibe, edalet û hiqûq pêk were, siyaset û sîstemeke demokratîk pêş bikeve divê dawî li van polîtîkayên qirkirinê were. Navenda vê jî Îmralî ye. Li Îmraliyê divê ev sîstema êşkence-tecrîdê rabe. Divê şert û mercên azadî, ewlehî û tenduristiya Rêber Apo pêk bên. Çi bibe, yanî li Tirkiyeyê wê demokrasî, azadî û edalet pêk were.