Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku encamên hilbijartina 31ê Adarê ya xwecihî pir girîng in û got; Divê ji aliyê hêzên demokrasî, gelên Tirkiyê û gelê Kurd ve mirov van encaman pir baş binirxîne.

DEM Partî partiyeke Tirkiyê ye.DEM Partî têkoşîna demokrasiya radîkal dimeşîne û li her devera Tirkiyê bûye xwediyê bingehê siyasî û civakî. Divê li metropolên Tirkiyê û bajar, bajarok, gundên wê û li her derê biçe cem gel û xwe ji gel re şîrove bike.

Divê pêşketina hêzên demokrasiyê û Tifaqa Ked û Azadiyê werê xurt kirin. Di vê hilbijartinê de dît. Civaka Tirkiyê demokrasiyê dixwaze. Komara demokratîk dixwaze. Divê mirov ji vê re seferber bibin.

Besê Hozat mînaka Wanê da û got; Wan mînakek gelekî girîng e. Bi berxwedana Kurdan, berxwedan, hevgirtin û yekîtiya hêzên demokrasiya Tirkiyê û desteka mûxalîfan ya li nava sîstemê, helwestek dîrokî bû. Ji ber vê yekê vîna gelan serket û divê gelên Tirkiyê ligel Kurdan, bi vê îradeya dîrokî demokraîs bînin Tikriyê.

Divê CHPe û hemû aligirên demokrasiyê di îdeolojiya fermî de israr nekin. Divê polîtîka û kodên Komarê ên 100 salî werin guhertin.