HPG’ê diyar kir ku li Metîna 2 Gerîla şehîd bûne û got: “Em soza xwe dubare dikin ku di şexsê hevrê Rewşen û Herekol de, em û bibin layiqê hemû hevriyên xwe yên şehîd.”

Navenda Ragihandina HPGê jî derbarê şehîdan de daxuyaniyek da û got;Hevrê Gerilla Rewşen û Herekol di Adara 2024’an de, li cihên cuda yên herêma Metîna di êrîşên dijmin de şehîd bûn.

HPG, ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re sersaxî xwest û nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:

Hanim Durmaz, bi nasnav, Rewşen Delîla, li Wanê ji dyaik bûye, dayik û bav Feyruze-Îsmet, di Adara 2024’an de li Metîna şehîd bû.

Emre Korkmazer, bi nasnav, Herekol Amed, li Amedê ji dyaik bûye, dayik û bav Revzete – Mehmet Şah, di Adara 2024an de li Metîna şehîd bû.

Hevrê Gerilla Rewşen li navçeya wan Elbakê, ji dayik bû û hîna zarokatiye xwe de Tevgera Azadiyaê Kurdistanê nas kir.

Gerilla Rewşan, di dema ciwantiya xwe de, di nava ciwanên şoreşger de dest bi kar kir û di sala 2014’an de tevlî nava refên Gerilla bû.

Piştî perwerdeya destpêkê li her qada berxwedanê têkoşîn kir.

Hevrê Grilla Rewşen, li Akademiya Şehîd Mehmet Goyî tevlî perwerdeyê bû. Piştre, li Şingalê li dijî çeteyên DAIŞê têkoşîn kir. Piştre derbasî qada Rojava bû.

Hevrê Gerilla Rewşen, di nava Pêngava Berxwedana Serdemê de cih girt. Bû yek ji bi hezaran lehengên ku li dijî konsepta îmha li ser gelê me yê welatparêz hatiye ferzkirin, xwe kire sîper.

Piştî têkoşîna li Rojava, Rêhevala Gerilla Rewşen, vegeriya Herêmên Parastina Medya perwerdehiyên îdeolojî û leşkerî dît.

Hevrê Gerilla Rewşen, bi nasnameya xwe ya YJA Starê, li dijî operasyoneke artêşa Tirk a dagirker li Metîna çalakî pêkanî, di şer de birîndar bû û ji bo nekeve destê dijmin bombeya xwe di xwe de teqand û tevlî karwanê nemirên Kurdistanê bû.

Hevrê Gerilla Herekol jî, li navçeya Amed Farqîn li nav malbateke welatparêz ji dayik bû.

Herekol bi taybet di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de, di êrîşên dijmin yên li dijî gelê me yê li gelek qadan, bi taybetî li Amedê têkoşîn kir.

Piştî wê berxwedana dîrokî di sala 2015’an de ji Amedê tevlî nava refên Gerîla bû.

Pîştî perewerdeya li Amedê, e derbasî Herêmên Parastina Medya bû.

Hevrê Gerrila Herekol di pêvajoya perwerdeyê de, Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk kire armanca xwe û kedeke mezin da.

Hevrê Gerilla Herekol, piştî perwerdeyek serketî, bû gerîlayekî profesyonel û derbasî herêma Metîna bû.

Hevrê Herekol, di sala 2021ê de, li dijî êrîşa dagirkeriyêa li Girê Zendura, li her cihê ku lê bû, kir cihê berxwedanê mohra xw eli desdtanên nû xirt.

Hevrê Gerilla Herekol, di dema li herêma Metîna bû, her tim dilsozê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd bû û bi vê bîrê tevlî xebatan bû.

Di êîrşa dewleta Tirk ya dagirker de tevlî nava karwanê Nemirên Kurdistanê bû.