Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê serê sibê agahiya tevgereke leşkerî hat.

Artêşa Tirk li çiyayê Bagokê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir.

Ev tevgera dagirkeriyê li derdora Xirbê Mişka, Qutbê û Marînê hatiye berferihkirin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di vê tevgerê de helîkopter û wesaîtên zirxî jî cih digirin.

Herwuha gelek hêzên taybet jî bi wesayîtên zirxî li herêmê hatine veguhestin.

Ji aliyê din ve jî Walîtiya Mêrdînê 5 gundên li quntara Çiyayê Bagokê ji bo 15 rojan weke herêma ewlekariya taybet a demkî îlan kir.

Navê gundên ku hatine qedexe kirin wuha ne:

Çiyayê Bagokê, gundên Xirabê Mişka, Marînê, Badibbê, Qutbî û Siderî ne.

Hat ragihandin ku ev qedexe îro dest pê kir û dê heta 6ê Gulanê berdewam bike.