Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a bi Tîpa F a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye. 30 meh in bi ti awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî bêdengiya xwe didomîne.

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez ji ANF’ê re axivî,

Anî ziman ku komploya di sala 1999’an de pêk hat, niha li Îmraliyê bi rengê tecrîdê dewam dike. Sîstema di 15’ê Sibata 1999’an de hate amadekirin sîstemeke ji bo vê bû û got:

“Birêz Abdullah Ocalan bi sekna xwe ya ji aştiyê tawîzê nade, bi israra xwe ya li ser çareseriya demokratîk ew sîstem pûç kir. Sîstema tecrîdê jî pûç kir. Ya heyî ji tecrîdê jî wêdetir e. Li tu welatekî cîhanê girtîgehek nîne ku parêzer û malbat nikaribin 2.5 salan hevdîtina girtî nîne. Cîhan tev vê yekê ji nedîtî ve tê û bêdeng dimîne.”

Bilmez behsa çûna xwe ya ya İmraliyê kir:

“Dema ku cara destpêkê çûm Îmraliyê, ku hevdîtinên parêzeran bi kêmanî be jî dihatin kirin, gava ku min Birêz Abdullah Ocalan dît û jê veqetiyam min ev hîs kir; Abdullah Ocalan mîna ji ber wan hewldanên xwe yên aştiyê dihate cezakirin. Tişta ku em jê re dibêjin tecrîd, ev bû. Tenêbûna li wê derê, bêdengî, hemû rêbazeke cezakirinê bû. Rêbazek li dijî îradeya Birêz Abdullah Ocalan bû. Min bi xwe dît bê ew di nava şert û mercên çiqasî giran de çiqas bi îradeyeke mezin çiqas li ber xwe dide. ”

İbrahim Bilmlez bi domdarî destnîşan kir ku hêzên ku di pêvajoya komployê de cih girtin, nasekinin û hîn jî hewl didin wê rola xwe bibin serî û got:

Ev hêz, dewlet hîn jî naxwazin ku meseleya Kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin, dixwazin pêvajoya şer dewam bike.

Lê Ev tecrîd ji her alî ve her kesî eleqedar dike. Ji ber ku di hiqûqê de tiştekî bi navê ‘rewşa îstîsna’ nîne. Qanûnên ku li dijî Abdullah Ocalan hatin amadekirin veguherîne pirsgirêkeke mezin a Tirkiyeyê. Tirkiye di vê mijarê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye mehkûmkirin. Lewma divê her kes nerazîbûna demokratîk nîşan bide.

Çareseriya meseleya Kurd bi rengê aştiyane wê bi gelan hemûyan bide qezenckirin.”