Cotyar û çalakvanên herêmê, diyar kirin ku desthilatdariya herêmê bêdenge û gotin:

Ji ber girtina avê, çandinî tune bûye. Li Qeladizê jî ava vexwartinê jî gelekî kêm bûye.

Cotyarê bi navê Hemze Ebdullah diyar kir ku ew xelkê Pişder e û got; Zeviyên gelek cotyaran hişk bûne. Divê desthilatdariya Herêma Kurdistanê bikevê nava hewldanan, ku Îranê pêşî li ava Zêyê Biçuk negire.

Cotyar Karwan Elî jî got;

Bi gitina ava robarê Zêyê Biçuk, pirsgirêkek mezin ya bêaviyê derketiye. Rojane rêjeyek gelek kêm ya avê li ber me dikeve û bi wê avdêriya zeviyên xwe dikîn. Rejîma Îranê ava Zêyê Biçuk şantajê dike.

Desthilatdariya herêmê xemsar e. Biryara çêkirina bendava li ser Zeya Biçûk hatiye dayin, lê desthilatdarî çênake. desthilatdarî bi erka xwe ranabe.

Çalakvanê Jîngehê Hacî Omer jî destnîşan kir ku piştî rejîma Îranê Bendava Kulese çêkir, pirsgirêkek mezin ya avê ji bo deverê çêbû. Bi hezaran donim zevî nayên çandin. Metrisî li ser masiyan jî heye. Metirsiya herî mezin jî li ser ava vexwartinê ya li Xas uûQeladizê ye.