Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku ew bi ruh, cewher û pîvanên protokola 1982-83’an ve girêdayî ne û got, ev yek dikare ji peymana Kongreya Neteweyî re bibe referans; eger gavek bê avêtin wê bi du gavan bersivê bidin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re nirxand, ku Ocalan piştî 21 salan yekemcar bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî.

Di 28’ê Nîsanê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekemcar bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Mafê axaftina bi rêya telefonê çima dihate astengkirin, niha çima destûra axaftineke bi vî rengî dan? Gelo tenê ji ber şewba vîrûsa koronayê ye?

Di sala 22’an a sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de roja 28’ê Nîsanê kirin ku Rêber Abdullah Ocalan karibe bi rêya telefonê bi birayê xwe de biaxive. Hevrêyên din ên girtî yên li Îmraliyê jî bi heman rengî bi xizmên xwe re bi telefonê axivîn. Rewşeke bi vî rengî di nava sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de cara yekemîn e pêk tê. Êdî damezrîner û birêveberên vê sîstemê jî, raya giştî jî dikarin bêjin ku li Îmraliyê axaftineke bi vî rengî ya telefonê hatiye kirin. Axaftina hate kirin derfetê dide ku tiştekî wiha bê gotin.

Ji bo pirsa ‘Mafê axaftina bi telefonê çima tê astengkirin?’ bersiveke wiha dikare bê dayin: Li Îmraliyê ti maf û hiqûq nîne. Ev yek ne tenê gotin an jî îdîaya me ye, rewşa berbiçav bi vî rengî ye. Têkildarî sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya Îmraliyê, li ser rêvebirina wê raya giştî, parêzer, kes tiştekî zêde nizane. Her tişt bi rojane, li gorî kêliyê tê birêvebirin. Lewma tenê yên ku vê sîstemê bi rê ve dibin biryara wê didin ku wê kengî çi bê kirin. Ew zanin ku wê li wir çi bibe. Ji xwe maf û hiqûqa axaftina bi telefonê tune bû ku bê astengkirin. Li Îmraliyê ne tenê mafê axaftina bi telefonê nîne, di heman demê de ti maf û hiqûq nîne. Hevdîtinên normal jî nîne, nivîsandin, hevdîtina malbatê nîne. Her tişt li gorî biryar û pêkanînên rêveberiyê dibe. Her tişt li gorî polîtîkaya rojane pêk tê. Li Îmraliyê ma û hiqûq nîne ku lê bê pirsîn. Li wir polîtîkaya dîlgirtinê tê meşandin. Beriya her tiştî divê mirov bi vê zanibin. Li wir sîstemeke taybet a dîlgirtinê heye, bi temamî di çarçoveya armancên polîtîkaya dîlgirtinê hatiye avakirin. Sîstemeke taybet e. Sîstemeke ku xwe dispêre êşkenceya fîzîkî û psîkolomîk. Rêveçûna wê sîstemê bi vî rengî ye. Li Îmraliyê her tişt polîtîka ye, şer e. Naxwe gotinên maf, hiqûq û edalet li wir derbas nabin. Ji xwe nahêlin malbat jî hevdîtinê bike, kengî li gorî pêwîstî û berjewendiyên polîtîkaya wan bû hingî hevdîtinê didin kirin. Ji bo hevdîtina bi parêzeran re jî heman tişt derbas dibe. Em zanin ku di nava 8 salên derbasbûî de bi ti awayî destûra hevdîtina bi parêzeran re nehate dayin. Heman tişt ji bo jiyana li wir jî derbas dibe. Beriya her tiştî divê ev tespît bê kirin.

‘Heta niha hevdîtinên bi parêzeran re çima dihate astengkirin?’ Kurt jî me hinekî vegot, li gorî berjewendiyên wan dihate astengkirin. ‘Axaftina bi telefonê çima dihate astengkirin?’ me ew jî anîn ziman. Yanî li gorî polîtîkaya dîlgirtinê ev dikirin, asteng dikirin. Ji xwe ji bo nêrînên Rêber Apo negihêje derve, negihêje raya giştî bi her awayî tevdîr tên girtin, tecrîdeke mutleq heye, sîstem li gorî wê hatiye avakirin.

Xuya ye ji nêrînên Rêber Apo ditirsin. Bi vî rengî naxwazin nêrînên Rêber Apo ne bi devkî ne jî bi nivîskî bigihêje derve. Hevdîtinên parêzeran-malbatê jî bi vî rengî ye. Hevdîtina yekser jî li ser vê bingehê ye. Ji bo axaftina bi rêya telefonê jî mirov dikarin heman tiştî bêjin. Baş e di çaryeka destpêkê ya sala 22’an de çima hiştin ku axaftineke bi vî rengî bê kirin? Pêwîste ev yek li ser bingeha rewşa polîtîk-leşkerî bê nirxandin. Bêguman zêde pêwendiyeke xwe bi êrişa vîrûsa koronayê re nîne. Dibe ku ya ku eleqeya xwe bi vîrûsê hebe, li şûna hevdîtina yekser a malbatê, bikaranîna rêbaza telefonê be. Tenê pêwendiyeke bi vî rengî dibe ku bi vîrûsê re hebe. Wekî din ti eleqeya hevdîtinê bi êrişa vîrûsa koronayê re nîne. Di rêbazê de pêwendiya xwe dibe ku pê re hebe. Ji aliyê naverokê ve axaftineke bi vî rengî pêwendiya xwe bi rewşa leşkerî-siyasî heye û encama têkoşînê ye.

Axaftina bi telefonê di encama çalakiyên leheng ên gerîla de ku li çiyê, deşt û bajaran derbên giran li siyaet û zîhniyeta qirker û faşîst a mêtinger xist, heye. Pêwendiya xwe bi hestiyarî û baldariya raya giştî heye. Nerazîbûneke girîng a raya giştî derkete holê, daxuyanî hatin dayin, nerazîbûn hate nîşandan. Bi taybetî çalakiyên gerîla yên bi lehengî pêk hatin. Ji bo van hinekî sivik bikin, ji bo pêşî rewşeke xurtir bigirin, neçar man ku bihêlin bi rêya telefonê axaftin bê kirin. Yanî ne hevdîtineke bi daxwaza wan e, hevdîtineke ji neçarî ye ku di encama têkoşîna gel û gerîla de pêk hatiye. Axaftin nehatiye kirin, neçar hatiye hiştin ku bidin kirin. Divê mirov ê rastiyê baş bibînin û zanibin.

Li Îmraliyê jî li tevahiya Tirkiyeyê jî çiqasî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîn bê meşandin ewqasî azadî û demokrasî bi dest dikeve. Ji bo pirsa ‘Demokrasî çiqasî heye, azadî çiqas heye?’ yekser ev bersiv dikare bê dayin: Bi qasî têkoşîna demokrasî û azadiyê, bi qasî berxwedana li dijî faşîzmê demokrasî û azadî heye. Tecrîda li Îmraliyê jî ancax bi berxwedaneke wiha ya antî-faşîst dikare bê têkbirin.

Çalakiyên ku di sala 2019’an de li dora berxwedana greva birçîbûnê hatin kirin, tecrîd têk bir. Di meha Gulanê de çend hevdîtinên parêzeran û malbatê pêk hatin. Em di salvegera wê de ne. Rêber Apo di wan hevdîtinan de peyamên girîng da. Niha jî weke encameke nerazîbûna civakî û têkoşîna gerîla, ji tirsa xurtbûna têkoşînê kirin ku axaftina bi telefonê bê kirin. Yanî her tiştên li Îmraliyê polîtîk û leşkerî ye. Bi temamî li gorî pêwîstiyên polîtîk û leşkerî ne. Lewma maf û hiqûq jî tenê bi têkoşînê dikarin bên bidestxistin. her tişt bi têkoşînê tê bidestxistin. Wê demê hêzên faşîst-qirker vê yekê ji me re dibêjin: Hûn bi qasî ku têdikoşin hene, bi qasî ku têdikoşin xwedî maf in. Bi qasî ku têdikoşin dikarin bi ser bikevin. Bi vê wesîleyê divê em vê rastiyê baştir bibînin, fêhm bikin û li gorî wê tevbigerin. 

Rêberê Gelê Kurd rewşa dawî ya li Başûrê Kurdistanê nirxand û got, “Polîtîkaya kuştina Kurdan bi destê Kurdan tê meşandin. Ev yek wê bi kêrî Kurdan neyê.” Ev polîtîka ji aliyê kê ve tê meşandin?

Hêzên ku pirsgirêka Kurd afirandine û jê sûdê werdigirin ji bo karibin pirsgirêkê bidomînin polîtîkayên cihêreng dimeşînin, bi zext û êrişên giran dimeşînin. Şerekî psîkolojîk ê ku xwe dispêre her şêwe heqaretê dimeşînin. Bi her rengî komkujî û îmhayê dikin. Bi her rengî zexta aborî, civakî û çandî dikin. Asîmîlasyonê di asta herî bilind de dikin. Polîtîkayên bi heman rengî di çarçoveya qirkirinê de dimeşînin.

Yek ji van polîtîkayan jî polîtîkaya kuştina Kurdan bi destê Kurdan e. Ev yek jî weke ‘polîtîkaya kuştina se bi se’ tê pênasekirin. Berê jî polîtîkayên xwe yên bi vî rengî hebûn. Berê jî timî polîtîkayeke wan a bi vî rengî hebû. Îro jî hewl didin vê polîtîkayê di asteke bilindtir de bimeşînin. Rêber Apo gelekî li ser vê polîtîkayê sekinî. Polîtîkaya kuştina Kurdan bi destê Kurdan weke ‘polîtîkaya kuştina se bi se’ pênase kir. Got, ‘Bi vî rengî pênase dikin û me bi vî rengî dibînin’. Ev yek polîtîkayeke emperyalîst û mêtinger e. Qirkerî vê polîtîkayê di asteke gelekî bilind de dimeşîne, ji ber ku qirkerî pêkanîna di asta hovîtiyê de ya polîtîkayên mêtingerî û emperyalîst e. Ji ber ku li Kurdistanê jî polîtîkayeke qirkirinê ya yekpare tê meşandin, her rêbazên polîtîkaya qirker tên ceribandin. Polîtîkaya qirkirina Kurdan bi destê Kurdan yek ji van e. Ji xwe ji ber vê yekê Kurdistan parçe kirine. Ji bo parçe ji hev qut bibin û li hev bidin ev yek kirine. Rewşa civakî ya navxweyî ya Kurdistanê jî bi şêweyên axatî û begitî timî hatiye parçekirin. Ji ber vê ve welê lê kirine ku timî li dijî hev şer bikin. Partiyên siyasî jî timî li dijî hev sor kirine, kirine ku li ber hev rabin, hev lawaz bikin û bi vî rengî hewcedarî hêzên derve bimînin. Bi mezinkirina xiyanet û nokeriyê ev yek kirin.

Eger mirov bala xwe bidin ser wê bê dîtin ku parçekirina Kurdistanê, parçekirina rewşa civakî ya navxweyî, sîstemên axatî û begitî; xurtkirina partîperestî û nokerî-xiyanetê bi destê derve ve, li Kurdistanê bi rengekî dîrokî her hebûn û bi bandor bûn. Bi parçekirin û şerkirina Kurdan a li dijî hev û lawazkirina wan re polîtîkayeke qirkirinê li civaka Kurd hatiye ferzkirin.
Sîstema qirkirinê ya navborî jî xwe dispêre nakokiyeke wiha ya navxweyî. Dema ku mirov bala xwe didin ser bûyerên dîrokî yên sedsala 19’an dikarin vê bi rengekî eşkere bibînin. Dema ku mirov li bûyerên dîrokî yên sedsala 20’an dinerin vê yekê bi rengekî eşkere dibînin. Ji berxwedanên li Başûr heta berxwedana Bedirxan, di berxwedanên Şêx Seîd, Seyîd Riza de jî vê dibînin. Dema ku berxwedan hemû bên lêkolîn wê bê dîtin ku di hundir de nokerî û xiyanet, şerê navxweyî hatiye ferzkirin. Kuştina Kurdan bi destê Kurdan, lawazkirina Kurdan bi destê Kurdan derfet ji kiryarên qirker û mêtingeran re afirandiye.

Eşkere ye ku polîtîkayeke bi vî rengî bi kêrî Kurdan, bi kêrî civaka Kurd nayê. Kêrhatina wê li aliyekî, di bingeha têkbirina berxwedana Kurdan de, di lawzkirina rewşa civakî de nakokî û şerê navxweyî yê Kurdan, kuştina Kurdan bi destê Kurdan heye. Em vê yekê weke rastiyeke dîrokî baş zanin.

Ji bo pirsa ‘Çima niha bi cih tê anîn?’ bersiveke wiha dikare bê dayin: Ne tenê îro bi cih tê anîn. Yanî dewamiya hebûna pirsgirêka Kurd vê polîtîkayê ferz dike. Beriya her tiştî divê em vê bibînin. Lewma divê em destnîşan bikin ku ev yek tiştekî nû nîne, di nava bûyerên dîrokî yên du sed salên dawî de timî bicih hatiye anîn û Kurdan gelekî zerar jê dîtine. Ji xwe aliyekî gelekî girîng ê hişmendiya dîrokî ya Rêber Apo jî ev e. PKK li ser hişmendiyeke wiha ya dîrokê ava bûye. Yekîtiya gelekî wiha afirandiye, hêza çareseriyê ya pirsgirêka Kurd, îradeya çareseriyê afirandiye. Naxwe nepêkan bû ku di vê astê de bi pêş bikeve.

Niha hewl didin polîtîkaya navborî di asteke bilindtir de bimeşînin. Di hin serdemên girîng ên dîrokê de hewl dane polîtîkaya şerê navxweyî di asteke bilind de bimeşînin. Niha tiştekî wiha derdixînin pêş. Çima? Ji bo fêhmkirina vê jî divê mirov rewş û bûyerên leşkerî û polîtîk ên li cîhanê, Rojhilata  Navîn û Kurdistanê binirxînin. Li cîhanê şerekî 3’emîn ê cîhanê diqewime. Ev şer bi giranî li Rojhilata Navîn didome. Kurdistan navenda şerekî bi vî rengî ye. Sîstema dewletperest û desthilatdarî perest, modernîteya kapîtalIst ku modernîteya wê ya dawî ye, di asta şerê cîhanê de di nava nakokî û şerê navxweyî de ye. Ev rewş li Kurdistanê bêhtir derdikeve pêş. Rewşeke bi vî rengî ji bo xurtkirina têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê û meşandina berxwedana şoreşgerî derfet û firsendan pêşkêş dike. Şerê navbera hêzên ku pirsgirêka Kurd afirandine û jê sûdê werdigirin, ji bo Kurdan derfetê têkoşîneke dijber diafirîne, ji ber ku aliyên vî şerê navxeyî ew hêz in ku pirsgirêka Kurd afirandine û dixwazin qirkirinê li Kurdistanê bikin.

Lewma Kurd ji vê yekê sûdê werdigirin û têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşînin. Ji xwe li ser vê bingehê di nava 40-50 salên dawî de têkoşîneke gelekî girîng a azadî û demokrasiyê tê meşandin. Bİ taybetî bi pêşengiya PKK’ê li ser bingeha nêrîn û rêveberiya Rêber Apo l Bakurê Kurdistanê tevgera azadiyê bi rê ve diçe, li parçeyên Kurdistanê hemû belav bûye û yekîtiya demokratîk a neteweyî diafirîne. Ev rewş bandoreke giran li partî û rêxistinan hemûyan dike. Aliyên wan ên neteweyî û demokratîk derdixîne pêş, hest, nêrîn û helwesta yekîtiya neteweyî xurt dike.

Di dema dawî de tê dîtin ku li nava civakê hestewarî û berpirsyariyeke mezin heye. Li Başûr, Rojava, Bakur û derveyî welat di nava Kurdan de, li nava rewşenbîr, hunermend, jin, ciwan, karker û kedkarên Kurd de ji bo afirandina yekîtiya demokratîk a neteweyî hişmendiyeke girîng û helwesteke xurt a yekîtiyê afiriye. Ev yek hêza demokratîk û azadîparêz a gelê Kurd bi pêş ve dibe. Ev jî ji bo têkoşîna demokratîk û azadiyê tê wateya kombûna hêzeke mezin.
Ji aliyekî ve Şerê Cîhanê yê 3’emîn û şerê li Rojhilata Navîn hêzên ku pirsgirêka Kurd afirandine û dimeşînin lawaz dike. Li aliyê din jî ruh, hest, nêrîna yekîtiya neteweyî ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê hatiye afirandin, hêzeke mezin a ji ber vê yekê heye. Li ser vê bingehê li dijî pirsgirêka Kurd têkoşîna azadî û hebûnê ya Kurdan di asteke bilind de tê meşandin. Êdî çareseriyê li ser vê pirsgirêkê ferz dike. Yên ku pirsgirêk afirandine û hewl didin sûdê jê werbigirin, êdî nikarin mîna berê bidomînin, gelekî zor û zehmetiyê dikişînin. Did meşandina sîstema qirkirina Kurdan de zehmetiyan dikişînin.

Di rewşeke wiha de dixwazin zor û zehmetiya tê de ne sivik bikin, hêza azadiyê ya Kurdan parçe bike û bi şerkirina wan a li dijî hev lawaz bike. Bi vî rengî dixwaze xwe bispêre vê yekê, pirsgirêka Kurd bidomînin û li ser gelê Kurd qirkirina ku sed sal in didomîne kûrtir bikin, lewma jî hewl didin polîtîkaya kuştina Kurdan bi destê Kurdan girantir dikin. Ji bo vê jî bi milyaran dolarî xerc dikin. Gelek hêz, kes, rêxistin û saziyên îstîxbaratê dixebitin. Hêzên emperyalîst û mêtinger her rêbazên hîleyê bi kar tînin. Bi her rengî derewan dikin, tehrîkan dikin. Ji bo rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, partiyên Kurd û Kurdên li parçeyên din, beşên cuda yên civakî li dijî hev sor bikin bi her rengî êriş dikin, tehrîk dikin.

Em baş bi van zanin, fêm dikin. Ya rast xusûseke girîng e ku divê bê lêkolîn û eşkerekirin. Divê mirov zanibin ku karekî wiha berfireh ê mêtingerî-qirkeriyê heye. Vê yekê çima dikin? Weke ku min got, dixwaze hêza demokrasî û azadiyê ya mezin û yekîtiya neteweyî-demokratîk a Kurdan ji hev parçe bikin, lawaz bikin û bi vî rengî pirsgirêka Kurd bidomînin, kiryarên qirkeriyê li Kurdistanê kûr bikin, di serî de li Tirkiyeyê li qadên din ên Rojhilata Navîn dîktatoriyên netewe-dewlet ên faşîst ferz bikin, temenê dîktatoriyên netewe-dewlet û qirkeriya heyî dirêj bikin, pêşî li hilweşîna wan bigirin û xwe li ser piyan bihêlin.

Rêberê Gelê Kurd got, “PDK û YNK xwedî wê nêrînê ne ku dibêjin, em ê li dijî PKK’ê şer bikin, di berdêla wê de jî wê dewletê bidin me. Ev yek ne tê qebûlkirin, ne jî dibe.”Hemû dewlet û hêz li dijî referandûma sala 2017’an derketin. Niha jî weke ku bi rengekî nixumandî bi PDK’ê re li hev kirine. Gotina lihevkirinê gelekî tê bikaranîn. Gelo kî wê çima soza dewletê bide PDK’ê? Hişyariya Rêber Apo divê çawa bê fêhmkirin?

Serketina PDK û YNK’ê ya li ser şerê li dijî PKK’ê, ya li ser tasfiyekirina PKK’ê bêguman nayê qebûlkirin. Serketina berevajî vê rast e. Ne rast e ku rêxistineke Kurd li dijî rêxistineke din a Kurd şer bike û bi vî rengî bi ser bikeve. Ji xwe nepêkane jî. Kurdistan hatiye parçekirin û zexta qirkirinê li ser heye. Eger mafek wê bê bidestxistin, ev yek bi têkoşîna li dijî hêzên mêtinger-qirker dikare bê bidestxistin. Eger şer wê bê kirin divê ew şer li dijî hêzên dijmin ên mêtinger-qirker bê kirin. Ji ber vê yekê civaka Kurd qebûl nake ku partî û rêxistinên Kurd dijminê qirker-mêtinger bidin aliyekî û li dijî hev şer bikin.

Ji xwe asta karên yekîtiya neteweyî ku bi pêşengiya KNK’ê di nava 5-6 mehên dawî de gihîştiye li pêş çavan e. Daxwaza navborî li hemû parçeyên Kurdistanê piştgirî wergirtiye. Gelê Kurd, rewşenbîr, jin, ciwan, karker, kedkar welatparêzên Kurd hemû li dora feraseta yekîtiya demokratîk neteweyî bûne yek. Eşkere ye ku di asteke bilind de hest, ruh û nêrîna yekîtiya neteweyî bi pêş ketiye. Lewma şerekî gengaz ê navbera partiyên Kurdan, bêguman wê ji aliyê civakê ve neyê qebûlkirin.

Li aliyê din beşa duyemîn a tespîta Rêber Apo gelekî girîng, rast û watedar e. Şerê PDK û YNK’ê li dijî PKK’ê wê li hemû parçeyan ji aliyê civak, jin û ciwanên Kurd ve neyê qebûlkirin. Di şerekî wiha de PDK û YNK wê ti encamê bi dest nexe. Ji xwe destketiyên heta niha bi saya hêz û têkoşîna PKK’ê bi dest xistine. Eşkere ye ku ev rewş aniha tehrîka hin hêzan e. Rêber Apo balê dikişîne ser vê yekê: Dibêje, ‘Hûn li dijî PKK’ê şer bikin jî wê nehêlin ku hûn dewleta Kurd ava bikin. Civaka Kurd vê qebûl nake. Ev ne rewşeke welê ye ku bi şerê li dijî PKK’ê pêk were. Yên ku vê dibêjin tiştekî bi vî rengî nadin’. Ev gelekî girîng e. Hemû lîstik in, hîle ne. Ji bo şer û nakokiyê bixin nava partiyên Kurdan rewşeke wiha afirandine, tînin ziman. Weke ku me di bersiva pirsa beriya niha de got, hêzên ku ji yekîtiya demokratîk-neteweyî ya Kurdan ditirsin, ji bo karibin vê hêzê parçe bikin, ji bo karibin bi hev bixin û lawaz bikin vê dikin. Naxwe dewleteke ku bidin nîne.

Dema dawî ji aliyekî ve zextên li ser PKK’ê zêde dibin, li aliyê din jî gotinên ku dibêjin ‘Wê li Başûrê Kurdistanê dewleteke cuda bidin avakirin’ tên belavkirin. Em jî vê dibihîzin. Ev yek ne bi şerê li dijî PKK’ê lê belê bi piştgiriya hêza PKK’ê dikare bibe, hingî wateyeke vê gotinê heye. Lê belê bi rengê din nepêkane ku bibe. Ev hêz bi şerê li dijî PKK’ê re nikarin tiştekî bi dest bixin. Berevajî, bi têkoşîn û hebûna PKK’ê xwe gihandin vê astê. Hemû pêşketinên li Başûrê Kurdistanê xwe spartin vê yekê.

Referandûma 2017’an tê bîra me. Kurdan piştgirî dan, PKK’ê piştgirî da, lê belê yên ku referandûm dan kirin berê xwe zîvirandin. Herî zêde faşîzma AKP-MHP li ber encamên referandûmê rabûn. Yên ku referandûmeke wiha teşwîq kirin ew bi tenê hiştin. Karên Kongreya Neteweyî yên 2013’an jî sabote kirin. Halbûkî kongre li ber pêkhatinê bû. Ji ber helwesta PDK’ê û hin partiyên Kurdan ji nişka ve belav bû. Piştre me bihîstin ku hin hêz û derdorên ku şêwirmendî ji serokatiya PDK’ê re dikirin, ji bo ‘avakirina dewleteke cuda li Başûrê Kurdistanê’ hewldana Kongreya Neteweyî têk birin ku wê yekîtiya Kurdan biafiranda. Ev yek bi rengekî eşkere gotin. Pêwîstî pê nîne ku mirov navê wan li vir bêjin, lê belê ev nirxandinek nîne, agahiyeke berbiçav e. Hîn wê demê ev gotin. Eger mirov bînin bîra xwe hingî kêm mabû ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi ser ketibûya. Destpêkê me fêhm nekir ku kê ev kiriye, lê piştre em hîn bûn ku çima kirine. Qaşo, eger Kongreya Neteweyî ya bi beşdariya hemû parçeyan pêk were wê Başûrê Kurdistanê nebe dewleteke cuda, ji bo avakirina dewleteke cuda li Başûrê Kurdistanê Kongreya Neteweyî hatiye belavkirin. Xuya ye bi vî rengî bandor li PDK û hêzên mîna wê kirine. Baş e encam çi bû? Yên ku Kongreya Neteweyî ji hev belav kirin, ji vê wêdetir tiştek dan PDK û YNK’ê? Na, tiştek nedan. Ne piştî sala 2013’an dan, ne jî piştî sala 2017’an dan. Di ser re kirin ku Kerkûkê ji dest bidin. Ev rewş li ber çavan e. Hin derdor gotinên bi vî rengî dibêjin, lê belê ev hemû lîstikeke polîtîk e ku ji bo berjewendiyên xwe amade kirine. Bi kêrî Kurdan nayê, berevajî Kurdan dixisirîne. Gelo tişta ku li Kurdistnê pêşketinê dike, bi kêrî Kurdan tîne çi ye? Yek; yekîtiya nava Kurdan e. Du; têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê ye. Kurd bi şêweyekî din nikarin destketiyan bi dest bixin. Beriya her tiştî divê ev yek bê zanîn.

Di rewşa heyî de lihevkirin heye yan na? Bi kê re bi çi rengî li hev kirin, bi kê re bazariyê dikin? Bêguman em detayên van nizanin. Lê belê qaşo tê gotin ku wê li Başûrê Kurdistanê dewleteke cuda bidin avakirin. Weke ku mi got, yên ku di sala 2013’an de Kongreya Neteweyî sabote kirin, di sala 2017’an de referandûm têk birin, heman hêz in ku niha heman tiştî dubare dikin. Ev hêz tên naskirin. Tê zanîn ku hin hêzên DYE’yî, Îsraîlî û hwd. di nava wan de ne. Ev hêzên navborî ji bo pêşî li xurtbûna pêşketinên demokratîk û azad ên li hemû parçeyên Kurdistanê bigirin, ji bo pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd bigirin vê dikin. Ji ber ku eger pirsgirêka Kurd çareser bibe, eger Kurdistan demokratîk û azad bibe, ev yek tê wateya Tirkiyeya demokratîk, Iraq a demokratîk, Îran a demokratîk, Sûriye ya demokratîk; di encama vê de jî wê Rojhilata Navîn a demokratîk biafire.

Xuya ye hêz û derdorên ku polîtîkayên xwe yên berjewendiyê dispêrin vê derê ji vê pêşketinê ditirsin, aciz dibin. Ji ber ku pêşketineke wiha hesabên wan têk dibe.

Bi dayina hin sozan dixwazin pêşketina hevgirtî û yekîtî ya Tevgera Demokrasî û Azadiyê ya Kurdistanê asteng bike, ku ev tevger wê pirsgirêka Kurd çareser bike û Rojhilata Navîn demokratîk bike. Eşkere ye ku careke din polîtîkaya ‘parçe bike, bi rê ve bibe’ xistine dewrê. Bi rengekî veşartî lîstikên wiha dixin dewrê. Hewl dide hîleyan û lîstikan bixin nava Kurdan. Divê her kes vê bibîne û rast fêhm bike.

Li Bakur, Rojhilat û Rojava wê Kurd bên qirkirin, lê li Başûr wê dewleteke Kurd bê avakirin! Baweriya bi nêrîneke wiha gelo tê çi wateyê? Gelo bi rastî jî nêrîneke wiha cihê baweriyê ye? Tiştekî wiha gelo pêkan e? Gelo ev dinya wê qebûl bike ku li Başûr dewleteke Kurdan bê avakirin? Baş e wê demê çima Kurd li Bakur ewqasî dibin hedefa qirkirineke hovane. Kurd çima li Rojhilat ewqasî tên qetilkirin, qirkirin. Çima li Rojava ewqasî êrişên dagirkeriyê tên kirin? Gelo ev nayên dîtin, ev ne eşkere ne? Di vir de tiştekî ku neyê fêhmkirin heye? Gelo mirov dikare ji bo vegotina vê rewşê bêjin, ‘Ji Kurdên li Başûr gelekî hez dikin, lê belê ji Kurdên din hez nakin’? Na. Polîtîkaya wan a têkildarî Kurdan bi vî rengî ye. Hewl didin di nava Kurdan de şer biafirînin, Kurdan li dijî hev lawaz bikin, bi vî rengî pêşî li serketina Tevgera Demokrasî û Azadiyê ya Kurdan bigirin. Naxwe tiştekî ku bidin Kurdan nîne. Kurd her tiştî bi hêza xwe, bi têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê ya bi hev re bi dest dixin, qezenç dikin. Berê jî bi vî rengî bû, niha jî wiha ye, dema bê jî wê bi vî rengî be.

Lewma kes wê tiştekî nede, ji xwe nade. Her kes li berjewendiyên xwe difikire. Çi li berjewendiyên wan bê li gorî wê tevdigerin. Kes li Kurdan nafikire. Eger li Kurdan bifikiriya, her roj Kurd tên qetilkirin gelo kes li ber radibe? Dewleta Tirk li Efrînê, li Serêkaniyê, li Girê Spî dagirkerî û komkujiyan dike, ewqasî gefan li Rojava dixwe, li Kurdên li Şengalê dide, ji Xakurkê heta Heftanînê êrişên dagirkeriyê dike, gelo hêzek heye ku li ber radibe? Na. Berevajî, têkiliyên bi TC’ê re zêdetir dikin, hîn bêhtir piştgiriyê didin AKP-MHP’ê, di nava rewşeke êrişan de bêhtir berjewendiyên aborî û siyasî bi dest dixin. Divê ev yek bê dîtin. Divê êdî her kes fêhm bike, nekeve nava bendewariya ‘hinek wê tiştna bidin me’. Divê Kurd bibînin ku her tiştî bi yekîtî û têkoşîna xwe bi dest dixin, vê fêhm bikin û ji vê bawer bikin. Dîroka ku bi êşê dagirtiye vê rastiyê radixe pêş çavan. Lewma divê mirov derseke wiha dîrokî werbigire, li ser bingeha vê yekê nêzî îro û sibe bibin.

Di hevdîtinê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotibû ‘Pêdiviya Kurdan bi şer û xwînê tune, pêdiviya wan bi aştî û yekîtiyê heye û peyama min a herî girîng jî ev e’. Rêber Ocalan ligel ku ev serê 40 salan e ji bo pêkanîna yekîtiyê têdikoşe lê gelo çima ev yekîtî pêk nayê? Astengiyên li pêşiya yekîtiyê çi ne?

Rêber Apo ruhê yekîtiya neteweyî, bîrbûn, rêxistinbûna wê û tevger daniye holê. Li ser vî esasî li her çar parçeyên Kurdistanê bandor li ser civaka Kurdan kiriye û asteke xurt a yekîtiyê, bîrbûn û rêxistinbûn derxistiye holê. Ji bo avakirin û pêşvebirina Rêbertiya Neteweyî asteke gelekî bilind daniye holê. Bi vê bîrbûnê re li her çar parçeyên Kurdistanê bi têkoşîna ciwan û jinan û şehîdan, bi asta gerîlabûn, netewebûna demokratîk derxistiye holê. Divê ev tişt were dîtin.

Divê were dîtin ku Rêber Apo asteke girîng a Rêbertiya Neteweyî ava kiriye, ruh, hest û bîrbûna neteweyî rakiriye asta herî jor, di warê rêxistinbûn û çalakiyan de jî li her çar parçeyên Kurdistanê di asteke bilind de ciwan, jin, kedkar û karkerên Kurd aniye bi ba hev, li her çar parçeyên Kurdistanê tevgereke neteweyî ya azadî û demokrasiyê ava kiriye. Li ser vî esasî gotina ‘Ligel ku ev çil sal in têdikoşe, çima yekîtiya neteweyî nayê avakirin û bi pêş nakeve’ li cihê xwe rûnanê. Asteke bilind a neteweyî heye ya ku Rêber Apo û PKK pêşengiya wê dikin. Di warê ruh, hest û fikiran de wekî rêxistinbûn û çalakî ev tişt pêk hatiye. Serboriya PKK’ê û tiştên di nav gerîlayên PKK’ê de pêk hatine, delîla herî şênber a vî tiştî ne. Tiştên li derveyî welat jî pêk tên, delîlên herî şênber ên vî tiştî ne. Li derveyî welat Kurdên ji her çar parçeyan ji her mezhep û zaravayan Kurdan di asteke bilind de jiyan û ruhê yekîtiyê ava kirine. Divê ev rastî were dîtin. Divê mirov qîmet û wateya vî tiştî bizanibe.

Lê em wisa pirsê fêm dikin: Ne ku di warê yekîtiya neteweyî de tu pêşveçûn tune; ji ber ku yekîtî û hebûneke tam pêk nehat, yekîtiyeke ku hemû kes xwe tê de dibînin derneketiye holê, gelo çima wisa bû? Rastiyeke wisa heye ku têkoşîna Rêber Apo ya bi qasî pêncî salan di dîroka Kurdistanê de geşedanên mezin ava kiriye û êdî rewşeke jêneger. Divê ev tişt were dîtin û fêmkirin. Lê siyaseta Kurdan îro ev tişt neaniye asteke bilind – ku jixwe yekîtiyeke wisa di kongreyeke demokratîk a neteweyî de tê dîtin.

Ji serê salên 1980’î û vir ve meseleya Kongreya Demokratîk a Neteweyî di rojevê de ye. Di wan deman de jî dihate nîqaşkirin, piştre jî car caran derket pêş, carinan ji ber çavan winda bû lê her dem bi awayekî di nav siyaseta Kurdan de cih girt. Di deh salên dawîn de jî di asteke bilind de di rojevê de ye. Îro jî di asteke bilind de ye.

Gelo çima yekîtiyeke wisa nehate avakirin û gelo nabe ku were avakirin? Divê ev pirs werin bersivandin. Rêber Apo di dawiya salên 1990’î de di dema avakirina KNK’ê de dixwest yekîtiyeke wisa ava bike. Dixwest hemû siyaseta Kurdan di nav KNK’ê de bike yek, Tevgera Azadiyê ya Kurdan a ku li her çar parçeyên Kurdistanê karibe çareseriyake azadîxwaz û demokratîk ava bike. Bi komploya navneteweyî re êrîşî vî tiştî kirin, xwestin pêşiya vî tiştî bigirin û asteng bikin. Bi pergala Îmraliyê re xwestin van hemû fikr û hedefan ji holê rakin. Rêber Apo li dijî vî tiştî têkoşiya. Partiya me û gelê me rastiya Rêbertî baş fêmkirin û têkoşîyan.
Mirov bala xwe bidiyê bîr û bihistyariya neteweyî li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat asteke girîng heye. Bi pêşengiya PKK’ê yekîtiyeke demokratîk a neteweyî heye. Hin partî û rêxistinên Kurd jî hewl didin siyaset, rêxistin û berpirsyariya xwe bi pêş bixin. Divê ev yekîti li dora Kongreya Neteweyî were kirin. Fikra tevgera me ev e. Ji bo ku wisa pêk were jî em dixebitin.

Di sala 2013’an de em gelekî pêş ve çûn lê hinek hêzan pêşiya yekîtiyê girtin. A niha jî pêdiviyeke mezin heye lê hin alîyên berjewendîperest pêşiya vî tiştî digirin. A rast civak yek e. Li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat asta yekîtiya neteweyî li ser ji sedî nod û pênc e. Ev asteke gelekî li pêş e û gelekî girîng e. Ligel ku fen û fût tê kirin jî pêşîgirtina şerên navxweyî û hevkariya partî û rêxistinan jî xwe dispêre vê yekîtî û bihîstyariya di nav civakê de. Divê partî û rêxistin yekîtiya siyasî ya demokratîk ava bikin. Ev jî bi Kongreya Neteweyî ya Demokratîk dikare pêk were. Divê hemû partî û rêxistin di nav vî tiştî de cih bigire, xwe temsîl bike û fikrên xwe diyar bike. Kongreya Neteweyî divê nebe zemîna partî û rêxistin hevdu qels bikin. Berevajî wê divê bibe zemîneke ku hemû partî bi ser bikevin û xwe bi pêş ve bibin.
Li gorî me kongreya neteweyî divê wisa be. Ev platform wê ji bo hemûyan baş be. Em PKK jî dixwazin li ser vî esasî tevlê bibin. Lê me diyar kir, hin alî vî tiştî asteng dikin, tevlê nabin. Di nav civakê de bihistyariyek pêk hat. Li ser partî û siyaseta Kurdan divê zext werin kirin. Siyaseta wan a yekîtiya neteweyî çi ye? Kî pê re û kî ne pê re ne? Kî tevlî yekîtiyê nabin û sedema wan çi ne? Divê ev tişt were pirsîn. PDK û YNK di serî de divê ev tişt ji hemû partiyên Kurdan re were pirsîn.

Em PKK ji hemû yekîtiya demokratîk re amade ne. Em vî tiştî bi zelalî dibêjin, em sozê didin ku em ê li gorî vî tiştî polîtîkayekê bidin meşandin. Di vî warî de bila tu kes nekeve nav fikaran, rewşeke me ya xapînok tune. Di vî warî de em ji dil in. Jixwe Rêber Apo bi awayekî eşkere diyar kir ku peyam û banga wî ya herî bingehîn ev e. Di dawiya salên 1990’î de hedefa wî ev bû ku yekîtiyeke wisa ava bike û vî tiştî bi pergalî bimeşîne. Jixwe komployê êrîşî vî tiştî kir. Niha jî ji bo heman tiştî dixebite û bang dike. Li gorî me ev gelekî watedar û girîng e. Lê divê mirov bala xwe bide vî tiştî ku partî nabin yek. Kongreya Neteweyî wê bi beşdariya partî û rêxistinan pêk were. Nexwe di siyaseta Kurdan a niha de arîşe heye. Di van hêzan de yên ku siyasetê temsîl dikin, di partî, kom û rêxistinan de arîşe heye. Yan li gorî wan ev yekîtî bi kêrî wan nayê û yan jî di bin bandora hin aliyan de ne yên ku pêşiya yekîtiya Kurdan digire û naxwazin Kurd bibin yek. Bila tu kes sedemeke din nîşan nede. Bi ser de bila tu kes nebêjin ku PKK pêşiya yekîtiyê digire, jixwe rewşa pratîk wê wan derewîn derxîne. Rewşa rastîn eşkere ye. Nexwe divê her kes wekî me helwesta xwe zelal bike. Divê em li dijî rewşa hin aliyên ku astengiyan derdixe pêş û serî digerînin re, derkevin. Aliyên ji dervê yên ku ji yekîtî, azadî, demokratî û çareseriya doza Kurdan ditirsin û naxwazin Rojhilata Navîn demokratîk bibe, li pêşiya yekîtiyê dibin asteng. Yên ku sûdê ji doza Kurdan werdigirin û ji bo doza Kurdan çareser nebe, dixwazin siyaseta Kurdan parçe bikin. Hin partî û rêxistin jî di bin bandora van aliyan de dimînin. Tifaq û berjewendiya wan bi hev re heye.

Ez dikarim vî tiştî bibêjim; rêveberên niha yên PDK û YNK’ê heke yekîtiya demokratîk a neteweyî ji xwe re bikin esas, bi çavê platforma serkeftinên partiyên Kurdan li Kongreya Neteweyî binihêrin, wê di demeke kurd de yekîtî û kongreya neteweyî pêk were. Ya girîng ev e ku ev îrade were dîtin, pêşveçûn û berjewendiya partiyên xwe di vî tiştî de bibînin. Kongreya Neteweyî ya Kurdan divê bibe platforma hemû partî û rêxistinên Kurdan bi ser bikevin. Ji bo vê jî divê feraset û siyaseta demokratîk bibe bingeh. Heke ev tişt derkeve holê, wê hemû astengî ji holê rabin û di nava mehekê de jî di asta herî pêş de Yekîtiya Demokratîk a Neteweyî ya Kurdan wê pêk were.

Qala mûtabakat/protokolekê tê kirin ku di sala 1982’an de bi Îdrîs Barzanî re hatiye kirin. Ocalan berê jî qala vî tiştî kiribû. Tê zanîn ku di sala 1983’an de Mesûd Barzanî ev protokol hatibû îmzekirin. 40 sal ji ser vê protokolê derbas bûye lê gelo ev protokol li ser çi bû? Gelo îroj ev protokol dikare were nûkirin an na?

Protokola di sala 1982’an de ya ku Rêber Apo qal dike, belgeyeke Tifaqa Demokratîk û Neteweyî ye ya ku ji 11 xalan pêk tê. Jixwe li ber dest e, di çapemeniyê de jî hate weşandin. Tu veşartîbûneke wê tune. Herî zêde rêheval Şehîd Mehmet Karasûngûr ji bo di navbera PKK û PDK’ê de tifaqeke wisa pêk were hewl dida. Bi wesîleya salvegera 37’emîn a şehadeta wî, ez wî bi bîr tînim. Di salên 1981 û 1982’an de yek ji berpirsê partiya me yê xebatên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bû. Fermandariya berxwedana Hîlwan û Sêwregê jî kiribû. Yekemîn endamên Komîteya Navendî ya partiya me ye. Berpirsê leşkerî yê Komîteya Navendî bû. Ji ber ku xebatên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê xebatên leşkerî bûn, ji destpêkê ve di nav van xebatan de bû. Hemû rêxistinên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê nas kir, bi rêveberiyên hemû rêxistinan re rûnişt û têkilî danî. Têkiliyên PKK’ê yên bi rêxistinên Kurdan re ava kir. Ev têkilî kir protokolên devkî û nivîskî. Di nav van têkiliyan de tifaqa PDK û PKK’ê derket holê. Ji bo vî tiştî gelekî hewl da. Çend caran di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û Lubnanê çû û hat. Encamên van hevdîtinan ragihand ji Rêber Apo re. Di dawiya sala 1982’an de ew protokol şênber bû. Di sala 1983’an de Rêber Apo û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî ev protokol îmze kirin. Di wê serdemê de me bi rêxistinên Kurd û Tirk ên din re jî têkilî û protokolên wîsa ava kir. Li Tirkiyeyê tevî heşt rêxistinên Tirk me ‘Eniya Berxwedana Yekgirtî ya Li Dijî Faşîzmê’ ava kiribû. Li Rojhilata Navîn bi rêxistinên ji Filîstînê re jî hin têkilî û tifaqên me hebû.
Tifaqa di navbera PKK û PDK’ê de jî li ser vî esasî bû û girîng bû. Bi rêveberiya YNK’ê jî hin hevdîtinên girîng hatibû kirin, heman têkilî û tifaq bi YNK’ê jî hatibû kirin. Têkiliyên me yên bi PDK û YNK’ê li ser feraseta dostane, sûda dualî û yekîtiya demokratîk a neteweyî bû. Ne li ser vî esasî bû ku rêxistin li hemberî hev piştgiriya wan were kirin. Li dijî rêxistineke din em bi rêxistineke din re rûneniştin. Jixwe her kes bi vî tiştî dizane.

Heke em qala wê protokolê bikin, em îro jî dikarin wan xalan îmze bikin. Heke rêveberiya PDK’ê qebûl dike, em dîsa dikarin îmze bikin. Ew xal û prensîb girîng in. Li ser çarçoveya demokratîk û neteweyî bû. Tê de qala yekîtiya parçeyan, hevgirtina rêxistinan, pêşveçûna demokratîk a neteweyî ya Kurdan, çareseriya doza Kurdan a li her çar parçeyan dihate kirin. Ji ber ku belgeyeke çil sal berê ye, dibe ku hin têgehên di nav de hatine guhertin. Ji ber ku dinya guherî, Kurdistan guherî, Rojhilata Navîn guherî û li ser vî esasî hin xal hene dibe ku werin guherandin. Lê ji xeynî van tiştan ji bo xurtkirin û pêşketina Yekîtiya Demokratîk a Neteweyî ya Kurdan,tê de tu fikr tuneye ku em îro red bikin. Protokoleke girîng, watedar û xurt bû. Xala wê ya 9’emîn a qala awayê têkiliyên partî û rêxistinan Kurdan a bi hev re dikir, derbarê awayê çareserkirina kêşeyan jî her tişt bi zelalî derdixist holê. Him PKK û him jî rêveberiya PDK’ê ev tişt qebûl kiribû. Rêveberiyên ku ev tişt qebûl kiribûn û îmze kiribûn jî îro li ser peywira xwe ne. Nexwe divê em bi berpirsyarî tevbigerin. Divê em bipirsin ‘Gelo têkiliyên PKK û PDK’ê li ser vî esasî dimeşe, arîşe û pirsgirêkên di navbera wan de li gorî xala 9’emîn tê çareserkirin an na’. Lê dema ku em bala xwe didinê, tê dîtin ku ne wisa ye.

Ji bo wê tifaqê ez dikarim bibêjim ku PKK jî û PDK jî xurt bûn. Di salên 1983,1984 û 1985’an de her du partî xurt bûn. PDK piştî sala 1975’an gelekî qels bûbû. Ji bo ku bi ser xwe were, vegere Kurdistanê û bibe tevgereke pêşmergeyan, ez bawer im hêzeke xurt da PDK’ê. PKK’ê jî li Bakurê Kurdistanê ji bo ku li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê amadekariya berxwedana gerîlayan dikir. Li ser esasê ve geşedanan Pêngava Gerîlayan a 15’ê Tebaxê şênber bû. Geşedanên ku îro Kurdistan û Rojhilata Navîn ronî dike jî li ser vî esasî derkete holê. Ev rewş bi kêrî her du partiyan hat û civaka Kurdan bi ser ketin. Ruh, hest, bîrbûn û yekîtiya neteweyî ya Kurdan bi ser ket. Tevgerên azadî û demokrasiyê yên Kurdan, destkeftinê xurt bi dest xistin. Lê dema ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan bi pêş ket, li Bakurê Kurdistanê gerîlayan domdariya xwe îspatkirin, bûn hêzeke xurt a têkoşînê û derket holê ku wê tevgera azadiyê li Kurdistanê wê bi pêş bikeve û çareseriya doza Kurdan were ferzkirin, hêzên ku pirsgirêka Kurdan derxistin û sûd jê werdigirtin, ketin dewrê. Gava wan a destpêkê bû parçekirina têkilî û tifaqa di navbera PKK û PDK’ê. Ev tişt pêk anîn jî. Wê demê ji bo têkiliyê berê PDK’ê dan Tirkiyeyê. Di nav NATO’yê de hin aliyan ev tişt kirin û hêzên wekî DYE û yên din ev kirin. Hêzên ku PKK’ê li dijî wan şer dikir û PDK anîn ba hev, tifaq û têkiliya di navbera PKK û PDK’ê de parçe kirin. Divê rastî wisa were dîtin û zanîn. Bi kurtasî em hê jî girêdayî ruh û naveroka wê protokolê ne. Asta pêşveçûyî ya wê protokolê di nav tevgera me de heye.

Di roja me ya îro de wê ev protokol çawa were nûkirin? Partiyên cûr bi cûr dikarin di navbera xwe de têkilî deynin, lê êdî çaxê wê derbas kiriye. Pêdiviya hemû partiyan bi platformekî nû ya ku bikarin li ser wê bi ferasetekî demokratîk yekîtiya xwe çêbikin heye. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê wê yekê îfade dike û dihewîne. Êdî dema pêkanîna demokrasiyekî Kurdan hatiye û wek partî û rêxistin û tevahî siyaseta Kurdî di nava tevgereke wiha ya siyasî û demokratîk de cih bigirin. Ger balê bidinê çareseriya pirsgirêkê xwe dispêre pêkanîna kongreya netewî a demokratîk. Ew rewşeke pir girîng e. Kongreya netewî; çawa feraseta dewlet-netewe û ya netewa demokratîk dikarin di nava hevdu de li ser bingeheke bi hêz hebin û dikare pirsgirêkên wê yên veguhere rêxistin û çalakiyê çawa çareser bike, dikare prensîbên wê bihewîne. Di heman demê de dikare çarçoveyeke siyaseta netewî û demokratîk ya bikare di nava hemû partî û rêxistinên Kurd de tevbigere û pîvan û prensîbên wê derxîne holê. Ew jî hemû kesan eleqedar dike.

Ya rast 40 sal beriya niha têkiliyên PKK-PDK û PKK-YNK bi protokolên tên zanîn pêk hatine. Niha dikarin wan protokolan li ser esasê hevpeymana Kongreya Netewî ya Kurdistanê nû bikin û veguherînin protokoleke nû. Hemû partiyên din jî dikarin tevlî vê bibin. Her wiha dikarin bi 11 madeyan pêk bînin. Dikarin hê kêmtir jî bikin. Ceribandina 2013’an hindekî bû mijara nîqaşan. Dikarin di çarçoveya prensîbên giştîtir yên netewî û demokratîk de bibin yek. Eger bikarin astengiyên ku hêzên biyanî û hawîrdorên berjewendîxwaz çêkirine derbas bikin li pêşiya vê de ti pirsgirêk tineye. Em jî ji bo pêşxistina têkilî û feraseta yekîtiyeke netewî ya ku ji berjewendiyên wiha hatî paqijkirin amade ne. Têkilî û hevdîtinên ku rêya kongreya netewî veke, pêwîst bike dikarin protokolên nû yên li hevkirinê derxînin holê. Divê her kes wê bizane. Em nizanin ku derbarê PKK’ê ji rêveberiya PDK û YNK’ê re agahiyên çawa tê dayîn û çi difikirin. Di wê mijarê de em tenê wê dizanin ku hawîrdorekî girîng yê herêmî û cîhanî heye ku rolekî pir nerênî dilîze. Belku em bi temamî nezanibin her kes çi dike, çi dibêje, her wiha rêveberiyên PDK û YNK’ê derbarê PKK’ê de çi difikirin lê em dikarin wê bêjin: wek rêveberiya niha ya PKK’ê em bi prensîb, cewher û ruhê protokola ku di sala 1982-83’an de hatibû îmzekirin ve girêdayî ne. Li ser wê esasê em dikarin lihevkirin, têkilî û hevdîtinên ku li ser bingehê hevdîtinên wek şeklê rojanebûyî ya wê derdikeve holê pêşbixînin. Her wiha ti astengiyek ji aliyê me ve teqez nabe mijara gotinê. Em li ser bingeha qezenckirinê ji bo çareseriyê amade ne ku bi rêveberiyên PDK û YNK’ê re di her astê de her cûre mijarê nîqaş bikin, her cûre pirsgirêkê bi rêbazê hevdîtinê ve li ser bingehê ferasetekî siyasî û demokratîk ku bi aliyan bide qezenckirin çareser bikin.

Em têkiliyên xwe yên di serî de PDK, YNK bi hemû partiyên Kurd re ku li gorî feraseta ‘em bi hev re qezenc bikin’ guncav be digirin dest, dixwazin damezrînin û bi rê ve bibin. Em esasgirtina nêzîkatiyekî erênî ku di qezenca her du partiyên ku bi hevre têkilî danîne be, pêşbînî dikin. Her wiha em difikirin ku ji xwe divê ti tiştek li dijî partiyên din jî nebe. Li ser vê bingehî ji aliyê me ve ti pirsgirêkek nîne. Carna hindek gotegotên wek agahî dibihîzin ku ti rastiyekê wan nîne. Gotegotên wek ‘wa ye PKK wê filan cihî biqedîne, tenê hizra xwe dike, wiha dixwaze tine bike…’ jî ti têkiliyeke xwe bi rastiyê re nîne. Eger ku gotinên wisa tên kirin, ew ji aliyê hawîrdorên berjewendîxwaz tê kirin. Ji aliyê PKK’ê ve ti rewşekî bi wê rengî nîne, eger rêxistinên Kurd yên cûr bi cûr pala xwe bidin wan gotinan û siyasetê bikin ne rast e. Ya herî rast ew e ku bi hêza esas re hevdîtinê bike û li gorî wê siyasetê pêş bixe.

Ocalan got, ”Kurd divê êdî werin cem hev, di nav hev de li hev bikin û heke pirsgirêk di navbeyna wan de hebe divê bi diyalogê çareser bikin. Ên ku wê vê bikin malbatên Barzanî û Talabanî û hevalên li Qendîlê ne. Hem hêviya gelê Kurd û hem jî ya me ew e ku di nav Kurdan de xwîn nerije”, bi vê bang li partî, sazî û şexsiyetan kir ku bi peywira xwe rabin. Bi we, derdorên ku bang li wan hate kirin îro bi pozisyoneke çawa ne û divê çawa bersivê bidin, ji niha û pê de divê çi were kirin?

Rêber Apo di axaftina telefonê de ya ku hatî behskirin hem bang li rêveberiyên partiyan hem bang li raya giştî ya Kurd dike û bangewaziyan dike. Naxwe divê mirov bi vê çarçoweyê li gengeşê binere. Ango ne gengeşeyeke wiha ye ku tenê partiyên siyasî, rêveberiyên wan bi serê xwe çareser bikin û ne jî bi gengeşeyeke wiha ye ku tenê bi nîqaşa raya giştî were nirxandin. Rewşa berdest hem rêveberiyên berdest ên partiyan têkildar dike û he jî rewşenbîrên Kurd, hunermendan, jinan, ciwanan, nivîskaran, hemû hêzên dînamîk, yên bi hewldana bîreweriya demokratîk a natewî ne têkildar dike. Raya giştî ya demokratîk a netewî têkildar dike. Dibe rewşeke wiha ku encex bi wan dikare were çareserkirin. Divê em vê rewşa du alî bibînin û fêhm bikin. Ango tenê partî û rêveberî nikarin çareser bikin, raya giştî ya demokratîk jî nikare. Heta ku ev du alî bi hev re nebin meseleya yekîtiyê bi temamî çareser nabe.

Me got, van demên dawî hewldana KNK’ê, ya hunermendên Kurd, bi roleke pozîtîf rabûna çapemeniyê, ji bo avakirina yekîtiya netewî ya demokratîk a Kurd geşedanên baş hene. Giyan, bîrewerî, vîna yekîtiya netewî  pir xurt e û li nav civakê jî bihistyariyek heye. Ji vî alî ve li nav hin sazî û şexsiyetan, derdorên civakî, di nav raya giştî ya Kurd de bihistyariyek çêdibe. Di nav xwe de mesele çareser kiriye. Li ser siyasetê jî zexteke baş çêdike, teşwîq dike, berê wê dide deverekê. Ji vî alî ve tesîreke xwe ya girîng heye. Em bi dilrehetî dikarin vê bibêjin. Heke saziya siyasetê di nav xwe de meselê çareser bike bi asta civakî ti asteng nînin. Berevajî destek, teşwîq, kede û tevlêbûneke zêde heye. Heke siyaseta Kurd ji bo çêkirina yekîtiya netewî ya demokratîk gavê bavêje, derdorên civakî, raya giştî, jin, ciwan, rewşenbîr û hunermend wê li çepkan bidin, destekê bidin, bi coşî û kelecaniyeke mezin xwe tevlê bikin, van xebatan slav bikin. Zêde hêzên wiha nînin ku bi asta netewî bibin asteng. Hin derdorên berjewendiyê yên herêmî û global hene, astengî ji wan tê. Divê em vê baş bbibînin û fêhm bikin.

Ji vî alî ve banga Rêber Apo ya li raya giştî ya bihistyariye girîng û watedar e. Em dikarin wiha bibêjin: Bîrewerî, bihistyarî, çalakîtiyeke girîng çêbû lê ku em bala xwe bidin ser ji bo çareseriya meselê, ji bo ku siyaseta Kurd li platformên demokratîk a netewî di kongreya netewî de bîne cem hev têrê nake. Naxwe qelsî, kêmasî hene. Divê mirov zêdetir têbikoşe, bixebite. Zêdetir kedê bide. Bêhtir divê mirov karîger be û bi mîsogerî bi ser bixe. Divê mirov nebêje,”belkî me gihande astekê, me ked da lê ev qas dibe, pêştir naçe’ û bi paş ve nekişe, moralê xwe neşikîne,  dev jê neqere. Rêbertî berevajî vê bang dike ku zêdetir kêferat were kirin, rêbazên bêhtir li ser çareseriyê, siyasetê bigihîne hev werin dîtin û bang li raya giştî ya demokratîk a netewî ya Kurd dike. Me ji aliyekî ve ev fêhm kir.

Yên din jî ji bo partiyan û rêveberiyan e. Yên ku Rêber Apo diyar kirin wiha ne. Qesta wî rêveberiyên PDK’ê, YNK’ê û PKK’ê ne. Bi esasî dema ku dibêje, ”Malbata Barzanî û Talabanî û Qendîl’ mebest rêveberiya sê partiyan e. Em bi zelalî dikarin bibêjin ku ev wiha ye. Astên rêveberiyan ya ka Rêber Apo pênase kirî heke bi asta Kongreya Demokratîk ber bi avakirina yekîtiyê ve biçin di nav ti partiyê de wê helwesteke ku wê asteng bike dernekeve holê. Ti muxalefeteke cidî ya ku wê PKK’ê, PDK’ê, YNK’ê asteng bike dernekeve holê. Rêber Apo hinekî jî bal kişandiye ser vê rastiyê.

Naxwe problem hinekî jî ji rêveberiya jor a partiyan, ji saziyên ku siyaseta partiyan diyar dike, ji astên rêveberiyan çêdibin. Ya ku parçebûna berdest çêdike, pêşî li yekîtiya Kongreya Netewî digire, nahêle ku pêk were ev ast in. Rêber Apo dixwaze ku ev were çareserkirin, bang dike, dibêje, ”bila her kes bi berpirsyariya xwe rabe”. Me li ser navê xwe peyamên xwe standin û li gorî vê me nêzîktêdayinek danî holê. Jixwe bêguman me guh dabû peyamên ku ji gel jî hatin û me banga Rêber Apo ya, ”yekîtiya netewî û li ser hîmê hevdîtinên aştî rêbazên siyaseta demokratîk çareserkirina pirsgirêkan’ jî me pir girîng dît, binirx dît, li ser vê bingehê me nêzîkatiya xwe ji nû ve nirxand û danî ber xwe ku geştir bikin. Em dikarin vê bibêjin.

Hewldanên heyî ji bo ku ji hêla muxatabên dî ve jî were zanîn me hewl da. Bi rêya çapemeniyê, bi rêyên cuda ji bo ku banga Rêber  Apo bigihe her kesî me hewl da. Di vê mijarê de em bawer nakin ku ti astengî hebe an jî agahî kêm bin. Berdewama wê li muxataban dimîne. Li rêveberiyên PDK’ê û YNK’ê dimîne. Me her wiha got em hazir in ku jê re vekirî ne ku her cure pirsgirêkê bi rêya demokratîk, bi siyaseta demokratîk biaxivin û çareser bikin. Rêveberiyên me yên din jî bi asta şexsî, sazûmanî daxuyaniyên navborî dan. Bi rengekî aşkere ji raya giştî re teahhûta vê hatiye dayin ku hişmendiya giştî ya tevgera me eve . Em bawer dikin muxatabên têkildar jî bi helwesteke wiha rabin. Em nikarin li ser navê wan tiştekî bibêjin, divê ji wan were pirsîn. Divê ji rêveberiya PDK’ê, YNK’ê were pirsîn. Divê mirov agahiyê bistîne bê ka wê çawa nêzîk bibin. Ew ê diyar bikin, em nikarin tiştekî bibêjin, helbet em bang dikin, em banga Rêber Apo dubare dikin, em dibêjin em pirsgirêkan bi rêyê ndemokratîk çareser bikin, em yekîtiya demokratîk a netewî tifaqê li ser vê bingehê çareser bikin, em bang dikin ku pirsgirêkan bi vê çarçoweyê çareser bikin. Em aşkere dibêjin, bi teqezî em ne alîgirê wê ne ku şerê navxwe çêbibin, em ne alîgirê şerekî nav Kurd in û xwîn birije. Hevalên dî jî ev gotin, ez careke dî dubare dikim. ê ya ku wê helwestê diyar bike rêveberiyên partiyan in. Em hêvî dikin û bawer dikin ku wê bi helwesteke çêkirinê rabin, rastiyê baş bibînin, wê bi derew û lîstikên hin derdorên berjewendiyê nexapin, wê bibînin ku hêza herî mezin ew e ku Kurd bidin hev, hêza yekîtiya Kurd û demokrasiyê bibînin, ji dil bi vê bawer bikin û li gorî vê tevbigerin. Em dixwazin wiha be. Heke muxatabên me yên navborî ji vî alî ve gavan bavêjin divê her kes znaibe ku em ê jî du gavan bavêjin. Em dikarin vê bibêjin.

Bêguman Rêber Apo dibêje, ”divê êdî xwîn nerije”, hin derdorên civkaî li ser vê mijarê bang dikin, bihistyariyeke girîng heye.Ti kes naxwaze ku xwîn birije, naxwaze ku pirsgirêk li ser vê hîmê çareser bibin. Ti feydeya vê ji hebûna Kurdan re, ji azadî û demokrasiyê re nîne, berevajî, zirarê wê heye. Rijandina xwînê ya di navbeyna Kurdan e bi mîsogerî derdorên derve, derdorên ku meseleya Kurdan çêdikin, tehrîk dikin, geş dikin, dixwazin jê sûd werbigirin. Naxwe divê em bi helwesteke wiha bin ku nekeve ber xizmeta ji dijmin, zirarê nede ge, azadiyê û demokrasiyê.

Rêber Apo got, ”Partî û saziyên li Rojava avaniya demokratîk mezin nekirine” û ramanên xwe bi rexneyî anî ser zimên. Ev partî û sazî çawa dikarin werin mezinkirin, an jî divê çi werin kirin?

Weke Başûr li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo geşkirina yekîtiya demokratîk a netewî ya Kurd û demokrasiya  Kurd qadeke xwedî derfetên mezin û girîng bû. Pergaleke demokratîk a mînak dikarîbû were pêşxistin. Jiyaneke siyasî ya demokratîk a ku rê li hemû gelan, mirovahiyê veke, pêşengiya vê bike,aliyê wê diyar bike derketa holê.  Vê, wê keda xwe li xebatên azadiya Kurd û demokrasiyê bikira, kedeke baş li têkoşînê bikira, di geşkirina Sûriyeya demokratîk jî bi roleke girîng rabûye. Lê ku em bala xwe bidin ser di van mijaran de pirsgirêk hene, tengî hene, berjewendîparêziyek heye, destê hêzên derve, her wiha yên herêmî li van qadan e. Her kes berjewendiya ekonomî polîtîk ferz dike, ji ber vê ev geşedan bi rengekî têne astengkirin. Teng û qels dimîne. Di mînaka Rojava de tengiyek heye.  Mînak li ser hîmê geşedana demokrasiyê demokrasiyeke Kurd a bi tevlêbûna hemû Kurdan dibû ku bi rengekî karîger bihata avakirin. Hemû tevgerên siyasî dikarîbûn di nav de cih bigirtana. Jin, ciwan, karker û kedkar mîna partiyên siyasî bi rolekê ne, bi rengekî ku bi wê astê bi rola xwe rabin bi aktîvî dikarîbûn tevlê bibûna, dikarîbûn xwedî li şoreşa azadiyê derbietana, dikarîbûn jiyana demokratîk ava bikirana, tevgera demokrasiyê ya mezin a pirreng dikarîbû bihata avakirin.

Her wiha geşedanên li Rojava dibû ku di geşbûna Sûriyeya demokratîk de bi roleke mezin rabûna. Lê ku em bala xwe biin ser van hemû tiştan tengbûnek heye. Rêber Apo beriya niha jî ramana xwe gotibû.  Got divê tenê bi Rojava re sînordar nemîne, li hemû qadên Sûriyê hişmendiya demokratîk û siyaseta demokratîk were berbelavkiin, yekîtiya Sûriyê esas were dîtin, geşedanên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê li qadên dî yên Sûriyê jî divê werin nîqaşkirin, di vê de jî kêmasî hene.

Pirsgirêkên nû hene, hin hevdîtin hene, ji bo ku heq ji van derkevin hewldan hene, ev hemû di çapemeniyê de jî xuya dike û em dişopînin. Naxwe hin problem hene ku ji bo çareseriyê hewldan hene. Hewldanên di behsê de çi qasî çareyê tîne em belkî bi vê baş nizanin lê ya girîng ew e ku geşedanên mezin ên şoreşî hene. Tê diyarkirin paradîgmaya Rêber Apo, felsefeya wî ya azadiê, xeta îdeolojîk-siyasî esas tê girtin. Naxwe  xweseriya demokratîk û Konfederalîzma Demokraîk ku ev xet hewce dike bi her astê divê were bicihanîn, were berbelavkirin, bi vî hîmî heq ji her tengiyê derkevin. Bi mîsogerî divê heq ji tengiya herêmî, xwecihiyê, tengiya partîtiyê derkevin, bi mîsogerî divê ji tengiya etnîk a netewî derkevin. Tevgera  civaka demokraîk ku her kesî vedihewîne navxwe, digihîne hev, jiyana civaka demokratîk divê derkeve holê. Xweseriya demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk vê hişmeniyê û pergala siyasî vedibêje. Naxwe bicihanîna van jî, di pratîkê de encamên navborî bi teqezî divê derkevin holê. Em wiha difikirin ku nirxandinên li ser Rojava li ser vî bingehî ne. Hem problemên lêhûrbûnê û hem jî berbelav bûnê hene. Divê mezinbûnê ji du aliyan ve em bibînin û binirxînin. Di mijara lêhûrbûnê de hê sereserebûnek û di berbelavbûnê de tengiyek heye. Ji bo vê bi ya me Rêber Apo vê tengiyê û sereserbûnê rexne dike.

Bi giştî behsa mezinnebûnê, xwe zêdetir rêxistinnekirinê û hêznebûnê tê kirin û ev tê rexnekirin, tengbûna,’bila dikan a min be, biçûk be’ jî wiha. Bendewariya wî çiye, çawa mirov dikare heq ji vê rewşê derkeve?

Mixabin hişmendiya, ‘bila kêm be bila ya min be’ rewşeke cidî ye û di demên cuda yên dîrokê de li gelek qadan derdikeve holê û zirarê dide geşedanên şoreşê. Hişmendiyeke wiha hema hema di nav hemû tevgerên şoreşê de, bi astên cuda derdikevin holê, yêne jiyîn û ev jî zirarê dide geşedana şoreşê.  Sedema wê jî ew  ku di qalibên îdeolojîk de, nêzîkatiya teorîk de, di politîknebûnê de, ku mirov nikaribe hêzeke berfireh a rêveberiyê , mirov nikaribe li gorî vê pergalê ava bike û sazkar bike. Tevgerên şoreşger piştî têkoşîneke giran a teorîk û îdeolojîk bi piranî li ser şerê şoreşgerî an jî li ser berxwedana şoreşger, serhildanê geş dibe,  hinekî jî li ser wêrekiya mezin û fedakariyê, êşên wê pir, bi têkoşîneke bi zehmetiyên mezin tê bidestxistin. Dema ev bi pêş tê xistin hin hişmendiyên şaş derdikevin holê. Me kir, di nav zehmetiyan de me  ev kar kir, me zirar dît, me ked da, naxwe bila her tişt a min be, hişmenidyên bi nêzîkatiyên wiha yên ez ezî, takekesî, teng derdikevin holê.

Ji aliyê dî ve nêzîkatiyên wiha ku pir teorîk-îdeolojîk dibînin, naqulibin ser polîtîkayê, dogmatîk, bi qaliban derdikevin holê. Zehmetiyên mezin ên geşkirin, kûrkirin û belavkirina şoreşê têne rojevê. Nêzîkatî û hewldanên nû hewce ne. Rewşên ku nikarin heq jê derkevin derdikevin holê. Rewşên navborî nahêle ku tevgera şoreşê ya geşbûyî kûrtir bibe, berbelav bibe, mezin bibe, bigihe civakan, zêdetir bandorê li herêmê û cîhanê bike. Nêzîkatiya bila kêm be bila ya min be wiha derdikeve hoê. Encama tengbûn û sereserbûnê ye. Nirxandina bila kêm be bila ya min be ya şoreşgerên Rûs e. Piştî Şoreşa Cotmehê demeke dirêj  weke hişmenidiyeke ku li peşiya şoreşê dibe asteng, zirarê dide şoreşê hatiye jiyîn. Li ser vê jî bêgav mane ku li dijî van têbikoşin,  ji vê bibihurin û şoreş were kûrkirin û berbelavkirin.

Li Rojava jî li dora tevgera me ya giştî bi çarçoweya geşedanê ev tê jiyîn. Bila kêm be, bila biçûk be, bila ya min be, em her tiştî kontrol bikin, bila her tişt i gorî dilê min be, ev tengbûn, takekesîtî, hinekî jî milkiyetparêzî ye. A rast hikimkirinê vedibêje. Hişmendiya azadîxwaz, demokratîk vê nêzîkatiyê têra xwe venahewîne.

Rêber Apo berê jî gotibû, ’em rewşa ramana mezin, rêxistiniya mezin dijîn’. Tengbûna di qada rêxistinî û çalakiyê de, sereserebûna bi rengekî hişk rexne kiribû. Li pêşiya geşbûna weke astangiya herî mezin ev dîtibû. Diyar kiribû li gel mezinbûna ramanê, xeta îdeolojîk polîtîk, li gel rastiya ku xîtabî her kesî dike, her kesî dixe nav xwe, ji bo her kesî pêşbiniya jiyana nû dike, ev nebirina cem her kesî, li ser vê bingehê perwerdenekirina her kesî, nekişandina nav xwe a her kesî, tevlênekirinê rewşa ku her kesî nake parçeyek ji têkoşînê tê jiyin.

Bi rastî jî şoreş tê tengkirin û biçûkkirin. Mirov dikare weke nêzîkatiyeke tasfiyekar jî bibîne. Bi xwe sînordarkirinê re mezinbûna şoreşê, xurtbûna wê tê astengkirin. Ev hişmendiya teng, paş ve bir, sînordanîn, ya takekesîparêz û ez û ez bi rastî jîi zirarê dide mezinbûna rêxistinê û çalakiyê, tevlêbûna nav şoreşê ya derdorên cuda yên civakî, asteng dike, dibe weke bidestxistina milk.  Peywireke bi vî rengî ya tevlêbûyî, berpirsyarî û raye standiye û ji bo ku wê bi rehetî bi cih bîne bi xwe re sînordar dike. Ya ku bi xwe re dide destpêkirin, bi xwe re sînordar dike, ji ber vê her kesî tevlê nake, tevlî azadî û demokrasiyê nake û geş nake, weke sekneke pratîk polîtîk a takekesîtî parêz a buruvajiya biçûk derdikeve holê. Divê em vê rewşê wiha rexne bikin. Ev meyla burjuvaziya biçûk e. Meyla bila biçûk be, bila ya min be.

Li bara vê meyla rast a şoreşgerî çiye? Ew meyla ku tê gotin,’bila mezin be bila ya me hemûyan be’.  Bi kûrahî û berbelav şoreş berfireh bibe, mezin bibe, her kesî tevê bike. Heke wiha bibe ji ya biçûk û ji ya min zêdtir em dikarin a mezin ku em hemû di nav de ne pêk bînin, divê em ji vê netirsin. Ev encama hişmendiya hilberê biçûk , ya burjuvaya biçûk a takekesîparêz, milliyetparêz e.  Bi mîsogerî divê em vê rexne bikin û bişkînin. Divê li dijî vê em hişmendiya ‘bila mezin be, her kes tevlê bibe, her kes tê de cih bigire, her kes par ve bike’ em geş bikin.  Ev jî bi derketina holê ya rêxistinê û çalakiyê, bi mîsogerî bi rengê ku her kes tevî şoreşê were kirin divê bibe, divê mirov her kesî bi rengekî karîger tevlî nav şoreşê bike, her kes di nav têkoşîna azadiyê de cih bigire, her kes tevlî avakariya Neteweya Demokratîk bibe, divê xebateke wiha ya şoreşê bi partiyê re, bi qedroyên partiyê re, bi qedroyên rêveberiyê re neyê sînordarkirin.

Ya herî rast e ew e ku bi beşekî diyar ê ciwan û jinan neyê sînordarkirin, her kesî tevî xwe bikin, bibîne ku her kes dikare tiştekî li şoreşê zêde bike, bi tevlêbûna her kesî şoreş wê xweşiktir, zengîntir, bicoştir be û bêhtir kelecanî bibe, bi vê hişmendiya şoreşger û bi vê mirov berê xwe bide nav pratîkê. Li bara vê hişmendiya ku pêşbîniya wê tê kirin ev e. Ji ber vê girîng e ku mriov li dijî hişmendiya burjuvaya biçûk a takekesîtîparêz, milliyeyetparêz, hema ez, li dijî van rewşên giyanî, vê hîs û raman û şêwazê mirov têbikoşe, teqez divê mirov heq ji ê derkeve, mezinbûn û geşedanê bdie ber xwe, pêşbîniya wê bike ku her kesî tevlê bike, jixwe demokrasî jî ev e. Ji ber vê bi rastî divê mirov demokratîk be.