Nivîskar û lêkolînerê Emerîkî Michael Robin, derbarê dosya li ser giliya Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê, ku li Dadgeha Federal ya Emerîka tê dîtin, ji bo malbata Barzanî metirsîdar e.

Eger Barzanî wisa bifikirin ku Dadgeha Federal ya Emerîka wê dozê bigire, xwe dixapînin.

Michael Robin, hin agahî jî eşkere kirine û dibêje; 18 meh berê, dema ku lêkolîneran bi mexdûran re hevpeyivîn kirin, haya min ji dosyayê çêbû. Li şûna ku Mesrûr Barzanî êrîşî gilîkaran bike, divê zanibe ku nunerên wan yên li Washingtonê bi milyonan dolaran xerc dikin. Ev berpirsiyar, li şûna ku ji bo berjewendiyên giştî ya netewa Kurd karbikin, ji bo berjewendî û armancên PDK’ê û malbata Mesrur kar dikin.

Robin pirsa, “gelo çima hinek ji hevkarên nêzîkî Mesrûr di lîsteya tawanbaran de nînin” dike û dibêje; Xuyaye ku wan bi parêzerên dozê re danûstandin kirine û li ser hesabê Mesrûr kar dikin, ji bo rêzgirtinê, parêzerên Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê 3 hefte dem dane Mesrûr Barzanî, da ku lbersivê bide. Lê wî hem danûstandinê red kir û hem jî gef li wan xwarine. Lê ew nizane ku Emerîka ne herêma Başûr e.

Nivîskar û lêkolîner Michael Robin 4 sedeman rêz dike û dibêje: Dibe ku Mesrûr Barzanî hina xeyalan û hêviyan bike. Lê rûniştina daîmî ya li Emerîkayê (Green Card) ne alîgiriya Mesrûr e, alîgirê mexduran e.

Dadweriya Emerîka her dem bê alî haraket dike û ew ê weke giliyên mexdûrên îşkenceyali Somalî ku di sala 2010’an de li dijî serokwezîrê dewletê biryar da, wê mafêm gilîkarên li Herêma Başûrê Kurdistanê biparêze û hesab ji Mesrur û Barzanî û malbat wî bipirse.

Piraniya dozên Sindoqa Qurbaniyên Kurdistanê, tawanên darayî, gendelî û sextekariya li herêmê ne. Ji ber bextê xirab yê Barzaniyan, yasaya parêzbendîya serwerî ya Emerîka wê hesabê hemû gendelî û sextekarîyan bi pirse.

Yasaya Doza Sûcên Biyanî ya Emerîka, li gorî berjewendiya Barzanîyan tevnagere, wajî vê, wê ji bo mafê qurbaniyên li herêmê tevbigere û biryarê bide. Divê Mesrur û mabata wî li bendeyî binpêkirina qanûnên neteweya Emerîka nemîne. Sucdariya malbata Barzaniyan ji 300 rûpel zêdetir e.

Mesrur Barzanîn, weke ku di 23’ê Sibata 2024’an de, bi balafireke taybet çû Balafirgeha Dulles ya Washington û bi hin parêzeran re hevdîtin kir û kete nava hewldanên di aliyê dîplomatîk û karên ne li rê, dosyayê bigre,lê ew xeyalan dibîne.

Ew nikarin belgeyên sûcên xwe ji holê rakin.