Li Herêma Firatê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, bi dirûşma ‘Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadî’ mêran meş li dar xist.

Mêr ên herêma Firatê li qada Şehîd Egîd a Kobanê li hev kom bûn û heta Qada Jin a Azad bi diruşmên ‘jin jiyan azadî’ meşiyan.

Li vir piştî deqeyek rêzgirtinê Endamê Meclîsa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce axivî û ev tişt anî ziman,

“Divê êdî em li dijî hişmendiya serdest a dîrokî derkevin. Di 1960’an de piştî qetilkirina hersê xwişkên Mîrabel a ji aliyê dîktatoriya Trujîllo ve, 25’ê Mijdarê bû roja têkoşîna li dijî tundiya li jinê ya cîhanê. Îro bi hezaran jin têkoşîna wan didomînin.”

Piştre jî koma Hîlala Zêrîn, Koma Şano a Şehîd Yekta çalakiyek çandî bi wesîleya rojê pêk anî.