KNK’ê qetilkirina Diyar Xerîb şermezar kir û diyar kir, “Ev ne tenê cihê mixabinî û nerehetiya neteweyî û niştimanî ye. Her wiha cihê şermezarî û şikandina nirxê neteweyekê bindest e.” KNK’ê bang li rêveberên Başûr kir ku sîxurî û xiyanetê asteng bikin.

Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber şehadeta Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Diyar Xerîb piştî kar û têkoşîneke 25 salan a xwebexşane û dûrî berjewendiyên şexsî û malbatî di encama bomberdûmana dagirkeran de tevlî karwanê serfiraziya nemiran bûye.

KNK’ê sersaxî ji gelê Kurdistanê, heval û malbata Diyar Xerîb û malbatên du têkoşerên pê re şehîd bûn, xwest û destnîşan kir, ku rêya cangoriyan her tim serketî ye.

KNK’ê destnîşan kir ku bêyî sîxurî û xwefiroşiya navxwe dewleta Tirk ji Enqereyê nikare şopa têkoşerekî Kurd bike û diyar kir, ku bi desteka sîxuriya navxweyî ev komkujî kiriye ku nûçeya terorkirinê yekser ragihandiye.

KNK’ê ji hikumet, parlament û her cûre desthilatdariyên li Başûrê Kurdistanê xwest, ku berpirsyariyên xwe pêk bînin û sîxuriya navxweyî asteng bikin.

‘CIHÊ ŞERMEZARÎ Û ŞIKANDINA NIRXÊ NETEWEYA BINDEST E’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ev ne tenê cihê mixabinî û nerehetiya neteweyî û niştimanî ye. Her wiha cihê şermezarî û şikandina nirxê neteweyekê bindest e ku dewleta Tirk bikare leşker û torên sîxurî li beşeke Kurdistanê bi rengekî çalak bi kar bîne. Di demekê de ku ev beşê Kurdistanê xwediyê hikûmeteke federal û dam û dezgeheke hikûmî – fermî û xwediyê hêzeke leşkerî, polîsî, awlehî û parastinê ye.”

KNK’ê ji her kesên Kurdistanî xwest ku bi wezîfeya neteweyî tevbigerin, dagirkeriya desthilatdaran asteng bikin û diyar kir, “Fişarê li dam û dezgehên hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê bikin ku ber bi terorîzma dewletên dagirker li başûr bigrin. Ev erkekî  wijdanî, moralî, neteweyî û niştîmanî ye û ti kes nabe ji cîbicîkirina van erkan de bimîne.

Eşkere ye ku dagirkerên Kurdistanê di nava kirîzên mezin ên siyasî, leşkerî û aborî de ne. Roj bi roj bê îrade û moraltir dibin. Loma tev hêzên xwe jî bi terorkirina kesatiyên xebakerên kurdan bi kar tînin. Ew û em jî vê dizan in ku nemana Diyar Xerîb û hevalên wî çend e êş û kesereke mezin jî be, cih û meqama wan vala namîne û encam serketin ji bo Kurdistan û xelkê wê ye. Lê ev birîn her tim sarêj nabe ya ku destên navxweyî birîndar kiribe.

Daxwaz ji hemû tekoşer û xemxwerekî Kurdistanî dikin ku astê xebata xwe bilind bikin û bi cesarettir dij bi dagirkariyê rawestin. Xwedî li hev derkevin û xelkê ji tore û wêjeya  dijayetîkirina îxaneta navxweyî hişyar bikin.

Daxwaz ji hemû desthilata Başûrê Kurdistanê dikin ku rê ji sîxurî û îxaneta navxweyî bigrin û vî erkê pîrozê ser milan bi cih bîn in.”