Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê (ESU), destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê û partiyên sîstemê polîtîkayên nîjadperest, olperest û dewletperestiyê esas digirin û ragihand ku ew piştgirî didin DEM Partiyê.

Daxuyanî wuha berdewam dike:

Ji dema damezrandina Komarê heta niha, li dijî gel û tevgerên azadîxwaz zextên mezin pêk anîne û destûr nedane ku nûnertiya îradeya xwe bikin.

Li her qadên jiyanê û li tevahiya saziyên dewletê cudahî û hîle tên pêkanîn.

Di hilbijartinan de her tim bi hîle û lîstokên qirêj ji bo berjewendiyên desthilatdaran destwerdan hatine kirin.

Gelek partiyên hatine avakirin hatine girtin, derbarê gelek parlementeran de fezleke hatine amadekirin û şûna hevşaredarên hatine hilbijartin qeyûm hatine tayînkirin.

Weke saziyeke gelê Suryanî em her tim destekê didin pêşketin û têkoşîna demokratîk.

Em di platformên xebatê yên yekbûyî û hevpar ên gelên li hundir û derveyî welêt de cih digirin.

DEM Partî xwedî gelek nasname û rengan e.

Têkoşîna ji bo gelan a ji bo jiyana wekhev, azad û aştiyê, hêvî û hêzê dide gelê me, di heman demê de derfet û zemîna temsîlkirina xwe pêşkêşî me dike.

Ji ber vê yekê, armanca me ya hevpar e ku em bi têkoşîna gelan re dawî li qeyûman bînin û bajar û hemû warên xwe ji aliyê nûnerên ji aliyê gel ve bên hilbijartin ve werin birêvebirin.

Em weke Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê piştgiriyê didin DEM Partiyê ku mîna pêvajoyên berê îro jî pêşengî ji muxalefeta demokratîk re dike.

Em bang li gelê Suryaniyan dikin ku di hilbijartinên xwecihî de destekê bidin namzetên DEM Partiyê û li welêt û li dîasporayê di nava xebat û çalakiyan de cih bigirin. “