Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi koordîneya Rêxistinên Jinan û Saziyên Civaka Sivîl, ji bo şîrovekirina bendên peymana Civakî ya nû ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî semînerek li navenda xwe ya li taxa Kornîş a Qamişloyê li dar xist.

Endama Komîteya Sazkirina Hevpeymanê û endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hessaf axivin û balkişandin ser girîngiya peymanê ji bo pêkhateyên herêmê.

Ebîr Esaf diyar kir ku peyman a tevahî gelên Sûrî ye û baweriyê di nav wan de ji nû ve ava dike.

Ebîr Esaf destnîşan kir ku peyman, mafên tevahî pêkhateyên Sûriyê diparêze, pergaleke rêveberî û civakî ji bo birêvebirina herêmê di aloziyê de, ava dike.

Piştî axavtinê bendên peymanê ya ku ji 4 beşan pêk tê bi hûrgulî hatin şîrovekirin.