Bûyera sosret li taxa Kulturê ya Gimgimê qewimî.
Dema zarokên keç heta êvarî naçin malê, malbat dikevin tevgerê û pey wan de diçin.
Malbat pê dihesin ku 2 zarokên bi navê P.A û Z. T hatine daliqandin.
Xwendekarên pola heştan ên 14 salî P.A. û Z.T. li mala terkkirî ya bavê P.A. hatine daliqandin.
Li gorî agahiyên Jinnewsê; Bavê P.A- Cemal A. li mala xwe berdayî her du zarok daliqandî dîtin.
Polîs û tîmên tenduristiyê berê xwe dan cihê bûyerê, tesbît kir ku her du zarok mirine.
Termên her du zarokan pêşî birin nexweşxanê, ji bir jî birin Saziya Tiba Dadî ya Mûşê.