Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê der barê hedefgirtina siyasetmedar û çalakvana jin Firyal Xalid ku duh li Kerkûkê di êrîşeke çekdarî de hate qetilkirin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em êrîşa çekdarî ya li dijî têkoşera şoreşger û fermandara tevgera azadiya jinê Zelal Hesekê li bajarê Kerkûkê yê Kurdistanê şermezar dikin.

Ev êrîş rasterast bi dewleta terorê ve girêdayî ye. Têkiliya vê êrîşê bi îstîxbarat û sîxurên dewleta Tirk re heye.”

Meclîsê di daxuyaniya xwe de der barê sûcên ji hêla rejîmên terorîst ve bêdengiya navneteweyî li dijî welatiyên Kurd ên li cîhanê pêk tên şermezar kir û got dema hatiye ku aliyê navneteweyî bi taybetî rêxistinên têkildarî li hember vê yekê bisekinin û nehêlin ev sûc werin dubarekirin û sûcdaran ceza bikin.

Meclîsê dawiya daxuyaniyê de bang kir ku komîteyeke lêpirsîna rastiyan a navneteweyî, serbixwe û yekalî were avakirin ku rastiyên têkildarî qetilkirina siyasetmedaran de eşkere bike.

Berdevkê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Cûma Kerîm jî der barê îdiayên ku jina siyasetmedar a Kurd Firyal Silêman Xalid ku li Kerkûkê di encama êrişeke terorî de şehîd bû ragihand ku Şehîd Firyal ne endama partiya wan bû.

Her wiha diyar kir ku jina siyasetmedara Kurd Şehîd Firyal Silêman Xalid endama Tevgera Azadî bû.

Di dawiyê de Berdevkê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Cûma Kerîm got;

“Em weke Tevgera Azadî hemû êriş û kiryarên terorî yên li dijî her welatiyeke Kurd tê kirin bi tundî şermezar dikin”