Çalakî di çarçoveya pêngava “ji Rêber Apo re Azadî” de tê li darxistin.

Komîteya Amadekar derheqê amadekariyê de agahî dan û got;

Di 13’ê Nîsanê de li dijî pergala îşkenceya Îmraliyê û ji bo azadiya Rêber Apo emê bimeşin.

Ev meş wê li paytexta Swêdê Stockholmê pêk were.

Amadekariyên meşê bi dawî bûne.

Di serî de gelê Kurd, em bang li herkesî dikin; bi xûrtî beşdarî vê meşê bibin.

Werin em bi hev re ji tecrîd û krîmînalîzekirina gelê Kurd re bêjin ‘êdî bese’.