Penaber Elî Welî, piştî ji Girtîgeha Erzinganê Tîpe L hat berdan û dîmenên êşkenceya wî ji malbata wî re hatin şiyandin, bi rojan e tu agahî jê nayê girtin.

Penaber Elî Welî (19) salî bû piştî ji girtîgehê hate berdan bi behaneya, wê ji bo dersînorkirinê bibin Navenda Dersînorkirinê radestî cendirmeyan hate kirin.

Lê nayê zanîn ka teslîmî kî hatiye kirin.

Dema agahî ji Welî nedihat dîmenên ku êşkence lê dikirin, ji malbata wî ya li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, hatibûne şiyandin.

Kesên nasnameya wan nediyar dîmen ji malbatê re şiyandin û xwestin ku bavê Welî radestî wan bibe û gotin, eger bav teslîm nebe, wê Elî Welî bikujin.

Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan-ÎHDa Mêrdînê derbarê bûyerê de serlêdana sûc kirin.

Nehat zanîn ku derbarê serlêdanê de tedbîr hatin girtin yan na.