Mehmet Turgay ku bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bi rêya hevjîna we got, ”heta kengî em ê xwe nebihistî bikin?”

Mehmet Turgay ku ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Karahîsarê ya Efyonê di greva birçîbûnê de ye bi rêya hevjîna xwe peyam şand û got, ”Gelê me têra xwe deng dernaxîne. Heta kengî wê li ser grevê birçîbûnê xwe nebihistî bike? Ji hêla raya giştî ve were dîtin jî û neyê dîtin jî, heta ku em bi serkeftinê bi encam nekin, em ê ji ya xwe venegerin.”

Turgay ê 57 salî beriya bi 26 salan hate destgîrkirin û bi îdîaya ku ”endamê rêxistinê ye” 36 sal ceza lê hate birîn. Turgay ê ku ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye heta niha li gelek girtîgehan maye.

‘VÊ GAVÊ DENGÊ WÎ BAŞ BÛ’

Zekiye Turgay got beriya bi demeke nêz ji ber ku bi nexweşiya şekir ketibû piyê wê hatiye jêkirin, ji hêla madî û manewî ve rewşa wan ne baş e û ji ber greva birçîbûnê jî li ser hevserê xwe pir fikaran dike. Zekiya Turgay got ji ber nexweşiyan ev nêzî salekê ye hevserê xwe neditiye û domand, ”Her heftî bi telefonê dengê wî dibihîsim. Vê gavê baş e lê heta kengî wê wiha bidome nizanim.”

Turgay got, piştî zewaca wan bi 5 salan ji bo wan pêvajoya girtîgehê dest pê kiriye û domand, ”Jixwe min tiştek ji zewaca xwe fêhm nekir. Vê dewletê ez bêgav kirim ku bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî bikim.  Bêyî ku di dest wan de ti delîl hebin 36 sal ceza danê. Mehmet her demê di nav xebatên partiyê de li pêş bû. Li Edene, bi berdêl û tekêkoşîna xwe, bi xêra Mehmet em hatin naskirin.”

‘BÊYÎ DESTKEFTINÊ VEGER TINE’

Turgay got divê daxwaza çalakgeran were bicihanîn û tecrîd zûzûka were rakirin û domand, ”Ev daxwazeke rewa ye, ji mafê mirovan tiştek nemay,e em tenê dixwazin tişta ku tenê navê wê maye bidin û ev were jiyîn. Hevserê min dema ku geriya got rewşa wan û moralê wan baş e. Herî dawî dema ku bi telefonê em axivîn, got, ”Çima gelê me têra xwe deng dernaxîne. Hê heta kengî wê xwe nebihistî bike? Çlakiya me ji raya giştî ve were dîtin jî û neyê dîtin jî, heta ku em çalakiya xwe bi destkeftinê bi encam nekin, em ê venegerin.”

Turgay got ji ber rewşa tengezar ku ew dijîn rewşa wan a derûnî jî ne baş dibe û domand, ”Ev jî berxwedaniya me ya li bara jiyanê dijwartir dike. Ez hevserê xwe li cem xwe dixwazim. Bi salan e li girtîgehan bedena girtiyan riziya. Ez dixwazim êdî ev biqede. Ti cihê wê di nav mafê mirovan de tine ye ku mirov ji ber fikrên xwe heta mirinê di girtîgehan de werin girtin.”