Xelkê navçeya Xurmatû diyarkirin ku tenê bi yekitiyê ew dikarin xaka Kurdistanê ji destê dagirkeran derbixin û rizgar bikin. Xelkê Xurmatû ji ber vê yekê banga yekitiya netewî li hemû Kurdan kirin.


Xelkê Başûrê Kurdistanê bang li hemû hizbên Kurdan dikin, daku li dijî dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin û li hev kom bibin. Li ser giringiya yekitiya netewî ya gelê Kurd xelkê navçeya Xurmatû a ser bi parêzgeha Selahedînê ji RojNews re axivîn.

Welatiyê bi navê Merîwan Xurşîd got ku Kurd tenê dikarin bi yekitiya netewî navçeya Xurmatû û hemû navçeyên din yên Başûr û parçeyên din yên Kurdistanê ji destê dagirkeran derbixin. Merîwan bang li hizbên Kurdan kir daku di demek nêzîk de, werin cemhev û yekitiya netewî pêkbînin.

Rizgar Xazî jî got ku hinek ji hizbên Kurdan xwe nêzî dagirkeran dikin û xaka Kurdistanê kirine qurbanê berjewendiyên xwe. Rizgar da zanîn ku ji bo ku ev rewş bi dawî were, divê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin. Rizgar bang li hizbên Kurdan jî kir daku dawî nêzîkbûna xwe ji bo welatên dagirker bînin.

Welatiyê bi navê Hawkar Hesen jî li ser heman mijarê nêrînên  xwe anî ziman. Hesen got ku ji bo ku Kurd ji bin dagirkeriyê rizgar bibin, pêwîstî bi yekitiya nav mala Kurdan ya her çar parçeyên Kurdistanê heye.

(nr)