Sean Mîchael Wîlson, li Japonya dijî , pirtûka “FREEDOM SHALL PREVAIL the Struggle of Abdullah Öcalan and Kurdish People” (Azadî wê bi ser bikeve, têkoşîna Abdullah Ocalan û gelê Kurd) nivîsî ji ANFê re axivî û got;

Min Ocalan, bi riya Înîsiyatîfa Navneteweyî nas kir.

Min biryar da ku ji bo mezinan rêze romanekê amade bikim.

Min li ser Partiya Karker a li Îngilistanê, lîderê wê yê wê demê Jeremy Corbyn romaneke grafîkê amade kir.

Li ser sendîkayeke karker, li ser têkoşîna mirovan ya li Îngilistanê pirtûkeke amade kir.

Min di wê demê de Estalla Smîth nas kir.

Ew dosta Kurdan e. Bi saya Estella û Înîsiyatîfa Navneteweyî min li ser Kurdistanê û Abdullah Ocalan agahî girtin.

Wilson got; Li cîhanê gelek mirov haya xwe ji pirsgirêka Kurd, ji Rêber Abdullah Ocalan nîne.

Gelek mirov nizanin bê Kurdistan li ku derê ye.

Di vê mijarê de kêmaniya agahiyan heye. Hêvîdarim ev pirtûka bi Îngilîzî, Tirkî, Elmanî, bi Kurdî, Fransî, Îtalî û Spanî bê weşandin û bibe sedema ku Kurd û Kurdistan, Rêber Abdullah Ocalan bê naskirin.

Ne tenê fikrê berdana Abdullah Ocalan, di heman demê de fikrê konfederalîzma demokratîk li ser şêweyê birêxistinkirina cîhanê modeleke. Ev gelekî giring e û divê bê zanîn.

Sîstema kapîtalîst gefek e. Eger alternatîfeke me hebe, bêguman medya giştî naxwaze li ser biaxive.

Yek ji aliyên baş yên rêze romanê jî ev e ku her kes dixêne.

Formeke hunerê ye ku gelek mirov dikarin bixwênin, yan jî medyayek girseyî ye, lê divê ev yek bi rengekî aqilane bê kirin.”

Sean Mîchael Wîlson herî dawî got; Hêvî dikim pirtûkên min bibin alîkar ku agahiyên li ser birêz Ocalan û konfederalîzma demokratîk belav bibin.