Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 23 Nîsanê 2021 ÎN
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- HPG’ê ragihand ku hêzên wan ên gerîlla, li herêma Heftanînê, 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatine cezakirin û çekek A-4 jî hate tunekirin.
&- Dîwana Edaletê ya Ewropa ji bo doza li dijî derxistina PKKê ya ji lîsteya rêxistinên terorî ya Yekîtiya Ewropa, dosya paş ve şand.
&- Şandeya HDP, li Fransa bajarê Strasbourgê bi rayedarên CPTê re hevdîtin kir.
&- Li bajarê Almanya Bîelefeldê û li Danîmarkayê Kurdistanî ji bo azadiya Rêber APO ji Sekreteriya Giştî ya Netewê Yekbûyî re name şandin.